McGurk: Barzanî û Ebadî behsa qonaxa piştî DAIŞê li Mûsilê kirin

Nûnerê Serokê Amerîkayê di hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk di konferanseke rojnamevanî de li Emanê Paytexta Urdinê ragihand, hevahengiyeke berçav di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge de heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

McGurk got jî, ew plana hatiye danîn bi awayek baş tê cîbicîkirin.

Hevdem McGork bi giringî behsa serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo Hewlêrê kir û ragihand, Barzanî û Ebadî behsa qonaxa piştî DAIŞê li MûsIlê kirine.