Dayîkên Kobanê li mihwerên şerê Reqayê ne

Moralê şervanan bilind dikin.

K24-Kobanê

Dayîkên bajarê Kobanê û gundewarê wê rojane diçin eniyên şer yê oprasiyona Reqayê da ku xwarinê ji şervanan re çêbikin.

Peyamnêrê me li bajarê Kobanê ragehand ku, her sibeh dayîk ji bajarê Kobanê ber bi mihwerê şer ve diçin daku, bi erkê çêkirina xwarina şervanan rabin, da zanîn ku,  dayîk dibêjin ku, ev kar erkek e li ser milên wan û ewê berdewam bin heta ku, oprasiyon bi dawî bibe.

Herwiha peyamnêrê K24ê diyar kir ku, ew jin xwe weke şervanan dibînin, çêkirina xwarinê erkê wane, ji ber ku, gelek ji wan dayîkan zarokên wan şervanin di wê operasyonê de.

Grûpa dayîkan rojane li bajarokê Eyn Îsa kom dibe û amadekariyê xwe bo çêkirina xwarinê ji hezar û 300 şervanî re.

Ji aliyeke din ve çêkirina xwarinê ji aliyê dayîkan ve moralê şervanan bilind dike, dayîk dibêjin ku, ji destpêka operasyonê çêkirina xwarinê karê wane, tekez dikin ku, ewê heta dawî ya operasyonê bimînin.

Fly Erbil Advertisment