Hizbulaha Libnanî manoreke leşkerî li Sûriyê pêşkêş dike
Li navçeyên ser bi bajarê Himsê pêşkêş kirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Çekdarên Hizbûlaha Libnanî li navçeyên nêzîzî bajarê El-Qisêr yê parêzgeha Himsê mezintirîn manora leşkerî bi çekên giran pêşkêş dike.
Derbarê vê yekê ragehandina ser bi Hizbulaha Libnanî ve wêneyên manora çekdarên wê partiyê li navçeyên nêzîzî bajarê El-Qusêr yê parêzgeha Himsê belav kirin.Di manorê de çekên giran hatin pêşkêşkirin.
Ji aliyê xwe ve kenala Israîlê a 10 ragehandibû ku, hebûna çekên giran yên Hizbuleha bi awayeke aşkere navçeya bakur, Celîl û El-Colan dike metirsiyê de.
Di şerê li Sûriyê de Hizbulaha Libnanî piştgiriya rejîma Esed dike, heta niha jî bi hezaran çekdarên wê li wî welatî hatine kuştin.