Li dezgehên bakur fêkiyên zivistanê cihê xwe digrin
Axa Kurdistanê ku xwedî çandeke dewlemend e.
K24-Diyarbekir
Li Diyarbekirê, ji bo pêşwazîkirina zivistanê, amadekarî ji niha ve dest pê kirine. Li nav sûkên Diyarbekirê, fêkiyên zivistanê li dikanên fêkîfiroşan cihê xwe girtine. Li gorî fêkîfiroşan, ji bo zivistanê herî zêde fêkiyên xwezayî tên xwarin.
Di nav fêkiyên ku ji bo zivistanê tên amadekirin de fêkiyên ku ji tirî çêdibin, cihekî taybet digirin. Tiriyê ku li nav rezan digihîjin, di serî de li nav masereyan tên guvaştin, dûre ji ava tirî dimis, bastêq, benî û fêkiyên cur be cur tên çêkirin. Piştî ku karê li nav rezan diqede, fêkî cihê xwe li nav dikanên bajaran digirin. Esnafê bi navê Ejder Altinses dibêje ku fêkiyên xwezayî, zêdetir balê dikişînin û zêdetir tên firotin.
Fêkîfiroş Ejder Altinses wiha got:"Ji ber ku zivistan dest pê dike, tercîha xelkê me zêdetir li ser tehin, dimis û bastêqî ye. Ji ber ku havînê şîranî zêde nayê xwarin, zivistanê bêhtir tê tercîhkirin. Ji ber ku van fêkiyan enerjiyeke zêde didin laşê mirovan, zivistanê gelek tên xwarin. "
Ji bo şevên dirêj ên zivistanê, li Diyarbekirê hema hemû malbat amadekariyên xwe dikin. Bastêqên ku bi teşeyên xwe cur be cur in, beniyên ku ji gûz û behîvan çêdibin, dimisê ku bi kûpan hatiye rêzkirin, tehîna ku ji kunciyên hêrandî tê çêkirin û hevalbendiya dimisî dike, li dikanan, li benda kiriyarên xwe ne. Welatiyê bi navê Abdûrahman Eren, ji bo paşîvên zivistanî, cureyên fêkiyan hildibijêre da ku mêvanên şevên dirêj, bi van fêkiyan pêşwazî bike.
Welatî Abdûrahman Eren wiha axifî:"Tiştên şîranî xwezayî ne. Dimis, bastêq, kesme, ev ji tirî çêdibin. Tirî jî fêkiyeke xwezayî ye. Tevkariya kîmyewî di nav de tuneye. Gubre nayê bikaranîn, nayê avdan û bi ava baranê digihîje. Ji ber vê jî tama fêkiyên ji tirî çêbibe, xweştir e. Zivistanê şîrînayî xweş e."
Li aliyekê kar û barên jiyanê dewam bikin jî xwarin û vexwarin, hêmanên herî girîng ên jiyîn û jiyandinê ne. Axa Kurdistanê ku xwedî çandeke dewlemend e, ji aliyê xwarin û vexwarinê ve jî gelek nîmetan pêşkêşî xelkê welêt dike. Çêkirin û kirîna fêkiyên zivistanê, ku bi dehan sal in wekî çandeke xwarinê, li Bakûrê Kurdistanê dewam dikin, di şevên sermayê de li ser sêniyên gelek malan cihê xwe digirin.