Rêjîm amadehiya êrîşekê li ser Helebê dike
Careke din û piştî sivikbûna êrîşan li ser bajarê Helebê ji 18 meha derbasbûyî ve, dîse taxên rojhelatê Helebê bi bermîlên teqîner ji aliyê rêjîmê ve hatin armanc kirin û bi dehan kuştê li pişt xwe hiştin. 3 nexweşxane jî hatin wêran kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Careke din û piştî sivikbûna êrîşan li ser bajarê Helebê ji 18 meha derbasbûyî ve, dîsa taxên rojhelatê Helebê bi bermîlên teqîner ji aliyê rêjîmê ve hatin armanc kirin û bi dehan kuştê li pişt xwe hiştin. 3 nexweşxane jî hatin wêran kirin.
Li gor hin jêderên bi ser rêjîmê ve, dê di çend demjmêrên bê de ji gelek aliyan ve êrîşeke tund pêk bînin, ku rêjîm rijd e vî bajarî kontrol bike.
Oposizyona çekdar jî dibêje ku, wan ji heftiyekê ve pêşbîniya êrîşên bi vî rengî dikirin, bi taybet jî piştî ku Moskoyê ragehand, agirbest bidawî bû û helgira firokeyên wê gihêşt nêzîkî Sûriyê.