Rêjîm amadehiya êrîşekê li ser Helebê dike

Careke din û piştî sivikbûna êrîşan li ser bajarê Helebê ji 18 meha derbasbûyî ve, dîse taxên rojhelatê Helebê bi bermîlên teqîner ji aliyê rêjîmê ve hatin armanc kirin û bi dehan kuştê li pişt xwe hiştin. 3 nexweşxane jî hatin wêran kirin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Careke din û piştî sivikbûna êrîşan li ser bajarê Helebê ji 18 meha derbasbûyî ve, dîsa taxên rojhelatê Helebê bi bermîlên teqîner ji aliyê rêjîmê ve hatin armanc kirin û bi dehan kuştê li pişt xwe hiştin. 3 nexweşxane jî hatin wêran kirin.

Li gor hin jêderên bi ser rêjîmê ve, dê di çend demjmêrên bê de ji gelek aliyan ve  êrîşeke tund pêk bînin, ku rêjîm rijd e  vî bajarî kontrol bike.

Oposizyona çekdar jî dibêje ku, wan ji heftiyekê ve pêşbîniya êrîşên bi vî rengî dikirin, bi taybet jî  piştî ku Moskoyê ragehand, agirbest bidawî bû û helgira firokeyên wê gihêşt nêzîkî Sûriyê.