TEV-DEM: Xelkên Reqayê dê bajarê xwe birêve bibin
Hin aliyên Erebî derbasbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo bajarê Reqayê bi nerênî dixwînin û dibêjin derbasbûna HSDê bi desteserkirineke Kurdî ji Reqayê re binav dikin. lê HSD tekez dikin ku, xelkên Reqayê dê bajarê xwe birêve bibin.
K24 – Qamişlo

Serkirdeyê TEV-DEMê Ebdilselam Ehmed ji K24ê re axivî û got: “Wek hemû deverên din yên ku HSD, YPG û YPJê rizgar kirine, pêkhateyên Reqayê dê encûmenên xwe yên xwecihî û sivîl ava bikin û xwe bi xwe birêve bibin. Ev nimûne li Şedadê û Girê Spî jî çê bû.”
Fermandar Yekîneyên Parastinê ya Jinê (YPJ) Nisrîn Ebdulah jî dibêje: “Ev propangandeke medyayî ne. Ev nêrînên dijminatî ne. Bila hemû kes bizane, ku tiştê li ser erdê çê dibe, van gotegotan vala derdixe. HSDê bo rizgarkirina axa Sûriye bi tevahî ye. Hemû pêkhateyên wek Kurd, Ereb, Tirkmen, Siryanî û hemû hêzên ku di nava HSDê de cih digirin, bandora van gotinan lê nakin.”
Herwiha li gor Fermandariya Giştî ya operesyona Reqa, ku rêvebirina bajarê Reqayê, hên ne mijara gengeşekirinê ye. Mijar niha têkşikandina DAIŞê û kontrolkirina bajêr e.