Roja mafên zarokan a cîhanê
Ji aliyê komeleya mafên penaberan a navneteweyî ve bi dîmenên ji hev rengîn çalakiyek hat kirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Zarokên penaber li Stenbolê di roja mafên zarokên cîhanî de di çalakiyekê ku ji bo wan hat lidarxistin hatin ba hev. Zarokên ji şerê Sûriyê reviyan, bi dîmênên hunerên cuda û bi stranan demeke xweş derbas kirin, zarokên bêriya welatê xwe kiribûn yek daxwaz kirin ew jî bidawîbûna şerê li Sûriyê bû.
Di çarçoveya roja mafên zarokên cîhanê de li Stenbolê ji aliyê komeleya mafên penaberan a navneteweyî ve bi dîmenên ji hev rengîn çalakiyek hat kirin. Mûzikjen û hunermendên Sûriyeyî bi stran û hunerên xwe dilê zarokên penaber ku ji şer reviyane şa kirin.
Penaber Heyfa Henav wiha got:"Ez ji Sûrıyê hatime vêderê . Ji ber şerê li Sûriyeyê em reviyan. Niha jiyana me li vê derê xweş derbas dibe. Ez dixwazim zarokên li Sûriyê jî demên wisa xweş derbas bikin."
"Em li vir gelekî bi siûd in. Em dikarin biçin dibistanê. Lê zarokên ku li Sûriyê mane ne wekî me bi siûd in. Ez dixwazim şer xelas bibe û zarok nemirin."
Zarokên penaber her çiqas bi bi kêf bin jî, şerê li Surî tim di bîra wan de ye û ji ber berdewamiya şer gelekî xemgin dibin. Her wiha hinek ji van zarokan jî berîya jiyana xwe yê Sûrî dikin û dixwazin vegerin welatê xwe.
"Ez ji Sûriyê reviyam. Di şer de xwişk û birayên min mirin. Dema ez mezin bibim ez dixwazim bibim bijîşk, da ku ez zarokên birindar derman bikim."
"Ez ji Sûriyê hatim û li vir dixebitim. Dema ku ez li Sûriyê bûm ez diçûm dibistanê lê ji ber ku neçar im bixebitim li vir nikarim biçim dibistanê."
Penaberê Sûriyeyî Umran Dakneşê 5 salî ku di êrîşa bombeyî de canê xwe ji dest da û li cîhanê jî gelek deng veda di vê çalakiyê de nehat jibîrkirin. Wêneyê Umran ji aliyê penaberekî Sûriyeyî ve bi rêya hunera grafitî hat xêzkirin.