Serokê Misrê piştgiriya Artêşa Sûriyê dike
Berî niha Sîsî daxwaza yekîtiyeke cîhanî bo şerê li dijî teroê kirbû.Herwiha aşkere kir ku, pêwîste piştgiriyan wan welatên li dijî terorê şerdikin were kirin.

K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî piştgiriya xwe ji Artêşa Sûriyê di şerê li dijî grûpên terorîst re ragehand û diyar kir ku, pêweste ew terorîst çekên xwe deynin.
Derbarê vê babetê medyaya Misrê ragehand ku, Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî di hevpeyvînekê de ligel Televizyoneke Pirtûgalî wiha gotiye: "Di ewlewiyeta me de em piştgiriya Artêşa Niştimanî bikin, herwiha yê Îraqê jî."
Sîsî tekez kir ku, dîtina çareseriyeke siyasî bo Sûriyê gava herî başe bo kirîza wî welatî, diyar kir di heman demê de divê şerê terorê were kirin û çek jî nemînin, herwiha parastina yekgirtina wî welatî were kirin û ji nûve bê avakirin.
Berî niha Sîsî daxwaza yekîtiyeke cîhanî bo şerê li dijî teroê kirbû.Herwiha aşkere kir ku, pêwîste piştgiriyan wan welatên li dijî terorê şerdikin were kirin.