Rêveberiya HDP dest bi civînên gel kir

Piştî ku, herdu hevserok û 10 parlamenterên Partiya Demokratîk ya Gelan hatin girtin, rêvebiriyên HDPê dest bi civînên gel kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Elihê rêvebiriya Partiya Demokratîk ya Gelan(HDP) ji bo ku bêhtir guh bide kêşeyên gel, bi beşdarbûna Parlamenterên Partiya Demokratîk ya Gelan Osman Baydemîr, Saadet Becerîklî û bi beşdariya gelek nûnerên partiyê ve civîna gel hat lidarxistin.

Piştî ku herdu hevserok û 10 parlamenterên Partiya Demokratîk ya Gelan hatin girtin, rêvebiriyên HDPê dest bi civînên gel kirin.

Li Elihê bi beşdarbûna parlamenterê HDPê Osman Baydemîr ve civîna gel hat lidarxistin. Parlamenter Osman Baydemîr bal kişande ser vîna gel û bi vê yekê jî tayînkirina qeyyûman bi şêweyekî tund şermezarkir.

Baydemîr da zanîn ku, wekî Elihê li gelek bajarên Kurdistanê dest avêtine vîna gel û hevserokên me jî dan girtin.

Herwiha diyarkir ku, Lê ew dizanin şaredarên wan yên ku, niha tên girtin li cem gel kesên rewane û ji aliyê gel ve hatine peywirdarkirin.

Baydemîr aşkere ku,  ew wek HDPê li vê erdingariyê naxwazin cûdahiya tu reng û mezhebî bikin û dixwazin jiyaneke aştiyane saz bikin. Çawa ku 15 Tirmehê darbe ye, operasyonên li hemberî vîna gel jî darbeye û em ê bi piştevaniya gel vê darbeyê bê bandor bikin.

Fly Erbil Advertisment