Fidel Castro koça dawî kir

Di 90 saliya xwe de mir.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Şoreşa Kobayê û Serokê berê yê wî welatî Fidel Castro koça xwe dawî kir.

Nûçeya koçkirina Castro ji aliyê birayê wî û Serokê Kubayê yê niha Raul Cartro ve bi daxuyaniyekê li Tilefizyona fermî a dewletê hate ragehandin.Tê de Birayê wî wiha got:"Rêberê şoreşa Kubayê, di 90 saliya xwe de koça xwe ya dawî kir." 

Castro di navbera salên 1976 û 2008an da wek serokê dewleta Kubayê bû.Piştî wê Serokatî dabû birayê xwe.

Castro di sala 1953ê de li dijî dîktator Fulgencîo Batîsta yê têkoşîna gerîllatiyê dabû destpêkirin.