Îran daxwaza hevkariya zêde bi Tirkiyê re dike
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bo rewşa Sûriye û Iraqê daxwaza hevkariya zêdetir di navbera Tehran û Enqerê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bo rewşa Sûriye û Iraqê daxwaza hevkariya zêdetir di navbera Tehran û Enqerê dike.
Hesen Rûhanî li Tehranê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawûşoglu kir û ragihand, îro navçe di rewşeke hestiyar re derbas dibe, bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyê jî, pêkve karkirina di navbera Tehran û Enqerê de sûde tê de heye.
Rûhanî amaje kir, heger hêzên mezin yên navçê bi hev re kar bikin, dikarin bêyî pêwistiya hêzên derve, pirsgirêkên Iraq û Sûriyê çareser bikin.
Çawûşoglu yekperçeya yekîtiya netewên Iraq û Sûriyê bo aramî û aştiya bo Îran û Tirkiyê û navçê bi girîngî zanî.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê û Şêwirmendê MÎTê Hakan Fîdan bi Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re jî civiyan.