Tirkiyê 300 leşkerî dişîne Sûriyê
Bi armanca beşdarîkirin di operasyona Cerablusê de.

K24-Navenda Nûçeyan
Tirkiye 300 leşkerên xwe di çarçoveya operasyona Cerablûsê de şand Sûriyê.
Di çarçoveya operasyona Cerablusê de, Îro 300 leşkerên Tirkiyê ku, bingeha wan li bajarê Denîzliyê ye bi riya asimanî bi armanca beşdarê operasyona Cerablûsê bibin li Sûriyê hatin şandin.
Îro 6 leşkerên Tirkiyê li bakurê Elbabê di encama êrîşekî de birîndar bûbûn.
Arteşa Tirkiyê ji 24ê Tebaxê ve li bajarê Cerablûsê heta El Babê operasyonek berfireh bi rê ve dibe. Di encama vê operasyonê de heta niha 19 leşkerên Tikriyê canê xwe ji dest dane û dehan leşker jî birîndar bûne.