Xortekî Kurd di girtîgehên PYDê de di bin eşkenceyê de hate kuştin

Xortekî Kurd ê bi navê Emîn Îsa Emîn duhî di zîndaneke Rêveberiya Xweser de di bin eşkenceya hovane de hat kuştin.
Emîn Îsa Emîn
Emîn Îsa Emîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Xortekî Kurd ê bi navê Emîn Îsa Emîn duhî di zîndaneke Rêveberiya Xweser de di bin eşkenceya hovane de hat kuştin.

Li gor zanyariyên ketine destê K24ê, Emîn Îsa Emîn berî 13ê rojan ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hatibû revandin, nexweş bûbû û di zîndanê de rastî eşkenceyên hovane hatiye.

Malbata wî diyar kir, wan çend caran derman jê re birine zîndanê, lê çekdaran red kirin dermanê wî bigihînin wî.

Emîn Îsa Emîn ji dayikbûna sala 1986an e û ji gundê Bîrikê yê Dirbêsiyê ye. Emîn zewicî ye û bavê 2 zarokan e.

Ev yek di demekê de ye, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan roja 26ê vê mehê bi boneya Roja Piştevanîkirina li Qurbaniyên Eşkenceyan de raportek belav kir û tê de ragihand, ji Adara 2011an ve, 14537 kes di zîndanên Sûriyê de di bin eşkenceyan de hatin kuştin, ji wan 67 kes di girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokatîk de ne.