Dahatiya Sûriyê di destê Îran, Rûsya û Tirkiyê de ye
Piştî ku bajarê Heleb ket destê artêşa Sûriyê dahatiya welêt jî zêdetir tê nîqaşkirin. Dûrketina Amerîka ji Sûriyê û nêzîkbûna Îran, Rusya, Tirkiye jî li ser Sûriyê dibe sedema geşedanên nû. Li gor pisporan jî dahatiya Sûriyê êdî di destê Rûsya, Îran û Tirkiyê de ye.
K24 – Stenbol
Piştî ku bajarê Heleb ket destê artêşa Sûriyê dahatiya welêt jî zêdetir tê nîqaşkirin. Dûrketina Amerîka ji Sûriyê û nêzîkbûna Îran, Rusya, Tirkiye jî li ser Sûriyê dibe sedema geşedanên nû. Li gor pisporan jî dahatiya Sûriyê êdî di destê Rûsya, Îran û Tirkiyê de ye.
Ji destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyê Heleb heta beriya demekê di destê hêzên opozîsyonê de bû, lê belê êdî bajar ket destê artêşa Sûriyê û bi vê geşedana dawî rola hêzên derve jî guherî. Rola Amerîka li ser Sûriyê qels bû, dahatiya welêt niha bi hevdîtinên navbera Tirkiye, Rûsya û Îran tê diyarkirin.
Li gor hinek pisporan Tirkiye ji bo ku têkiliya xwe bi Rûsyayê re baş bike, nema dev ji piştevaniya bo opozîsyonê berda û niha hewl dide ku Esed û opozîsyon li hev werin.
Pisporê Rojhilata Navîn Fehîm Taştekîn li ser vê babetê ji K24ê re got: “Hevkêşeya Sûriyê berê li ser hevkariya Dewletên Kendavê, Ewropa, Emerîka û Tirkiyê bi rêve diçû. Lê belê ev hevkêşe niha êdî bi hevkariya Tirkiyê-Rusya û Îranê bi rêve diçe. Ev, guherîneke girîng e û niha nîqaşên ku dê navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de pêk werin wê gelekî dijwar derbas bibin. Hevkariya Tirkiyê û Rûsyayê dike ku mekanîzmayên li ser rêkxistinan bi awayekî baş bên birêvebirin. Rûsya dixwaze Tirkiyê hemû grupên opozîsyonê li dijî rejîmê qanî bike. Lê belê qanîkirina van hemû grûpan dê gelekî zehmet be.”
Li gor pisporê Rojhilata Navîn Fehîm Taştekîn, hêzên opozîsyonê di wê bîr û baweriyê de ne ku Tirkiye ew xapandine. Belam li gor akademîsyen Bora Bayraktar jî, tesîra Tirkiye li ser opozîsyonê hêj berdewam e.
Akademîsyen-Pisporê Rojhilata Navîn Bora Bayraktar ji dibêje: "Muxalîfên ku ji Helebê hatine derxistin, derbasî Îdlîbê dibin. Li Îdlîb û derdora wê deshilatiyeke berfireh ya Artêşa Azad a Sûrî heye. Helbet ev hêz di gel Tirkiyê tevdigerin. Mewcudiyeta opozîsyonê li vê derê hebûna Rusyayê ya li rojhilatê Deryaya Spî dixe metirsiyê. Rûsya dê vê yekê li dijî baregehên xwe yên li Lazkiye û Tartusê wekî gefekê bibîne. Ji ber vê jî Rusya dê hewl bide ku di gel Tirkiyê bigihîje encamekî. Ji aliyekê ve jî Îran ji nêzîk bûna Tirkiyê û Rûsyayê dilteng e. Ji ber wê hewl da ku agirbesta li Helebê xera bike."
Tirkiye der barê polîtîkaya xwe ya Sûriyê de piştî kû nêzîkî Rusyayê bû tê gotin wê nêzîkî Sûriyê bibe yan na? Li gor pisporan rêvebirên Enqere û Şamê niha gelek zehmet e ku nêzîkî hev bibin.