Kê li ser rêkeftina agirbestê îmze kiriye?
30 Berçileya 2016an agirbesta bi serpereştiya Rûsyê û Tikriyê li Sûriyê hate cibicîkirin, ku digel hikûmetê 14 yekîneyên opozîsyonê li ser rêkeftina agirbestê îmza kirin, ku di bin navê Artêşa Azad de şer dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
30 Berçileya 2016an agirbesta bi serpereştiya Rûsyê û Tikriyê li Sûriyê hate cibicîkirin, ku digel hikûmetê 14 yekîneyên opozîsyonê li ser rêkeftina agirbestê îmza kirin, ku di bin navê Artêşa Azad de şer dikin.
Grûpên opozîsyên yên çekdar ku agirbest îmze kirine ev in:
- Tevgera Ehrar El-Şam: Ku 80 yekîneyan li xwe digre û ji 16 hezar çekdarî pêk tê, ku li gundewarê Heleb, Şam, Dera, Idlib, Lazqiye, Hema û Humis şer dikir.
- Artêşa El-Islam: Ji 64 yekîneyan pêk tê û 12 hezar çekdarî li xwe digre û li gundewarê Heleb, Şam, Dera, Idlib, Lazqiye, Hema, Humis û Dêrezorê şer dikir.
- Şoreşgerên Şamê: 8 yekîne ne û ji 10 hezar çekdar pêk tê, li Idlib, Heleb û Lazqiye şer dikir.
- Artêşa Azada Idlib: Ji 3 yekîneyan û 6 hezar çekdar pêktê, ew jî li gundewarê Idlib, Heleb, Lazqiye û Hema şer dikir.
- Feyleq El-Şam: Ji 19 yekîneyan pêk tê û 4 hezar çekdar di nav rêzên wê de ne û tevgera wê li gundewarê Heleb, Idlib, Hema û Himis şer dikir.
- Teyrebazê Şamê: 12 Ketîbeyan li xwe digre û 6 hezar çekdar in û li parêzgeha Heleb û Idlib çalak e.
- Bereya Şamî: 5 yekînean li xwe digre û 3 hezar çekdar di nav rêzên wê de ne û li gundewarê Heleb, Şam û Idlibê şer dikir.
- Sultan Murad: Ku ew jî dibin navê Artêşa Azad e şer dike û çend lîwayan li xwe digre û li Helebê şer dike û bi taybet li başûrê gundewarê wê.
- Artêşa Ize: Li bakurê rojava yê Sûriyê bi taybet li Hema çalak bû.
- Firqeya Yekem a Beravê: Ku tenê li navçeya berava Sûriyê şer dikir.
- Lîwa Şehîdên Islamê: Berî niha li Dareya çalak bû, lê niha li Idlibê ye.
- Feyleq El-Rehman: ku li Şama peytext û gundewarê wê şer dikir.
- Tecemu Festeqim kema Emert: Li gundewarê Heleb.
- Artêşa Nesir: Ew jî çend lîwayan li xwe digre û li gundewarê Heleb, Lazqiye û Hema şer dike.
tevahiya wan yekîneyan rêkeftina agirbestê imza kirine û tevî hin binpêkirinan di wê agirbestê, lê hîn berdewm e, dibe jî li gor hin şirovekaran ev agirbest ji yên din serkeftîtir be ji ber hejmareke mezin ji yekîneyên opozîsyonê yên bi bandor li ser erdê li xwe digire.