Kerby: Amerîka bi piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam dibe
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka John Kerby ragihand, Amerîka li ser alîkarkirina koçberên li Herêma Kurdistanê berdewam dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka John Kerby ragihand, Amerîka li ser alîkarkirina koçberên li Herêma Kurdistanê berdewam dibe.
Li ser pirseke K24ê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka John Kerby got: “Di baweriya min de me xemsarî di alîkarkirina Herêma Kurdistanê de nekiriye. Em bi hikûmta Herêma Kurdistanê re guftûgo û şêwirmendiyê dikin, heta niha Amerîka hevkariya baş ji Herêma Kurdistanê re kiriye û berdewam dibin bo dabînkirina alîkariyan ji koberên li Herêma Kurdistanê re û piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin.”
Herwiha Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka derbarê serdana Serokê Fransa François Holan ji Herêma Kurdistanê re got: “Em destxweşiya Holand dikin li ser wê serdana, herwiha destxweşiya Fransayê jî dikin, ku hevkarî û hevpeymanitiyê di şerê li dijî DAIŞê de dike û piştevaniya hêza Pêşmerge û Kurdistanê dike.”