Têkîliyên di navbera Tirkiye û Iraqê di çi asteyê de ne?

Têkîliya di navbera Tirkiye û Iraqê di çi asteyê de ye? Pispor û şarezeyan prosesa çareseriyê û dahatûya têkîliyên di nava Tirkiye û Iraqê û herwiha serdana Serokwezîr Bînalî Yildirim ya bo Bexda û Hewlerê nirxandin.

 

K24 – Enqere

Têkîliya di navbera Tirkiye û Iraqê di çi asteyê de ye? Pispor û şarezeyan prosesa çareseriyê û dahatûya têkîliyên di nava Tirkiye û Iraqê û herwiha serdana Serokwezîr Bînalî Yildirim ya bo Bexda û Hewlerê nirxandin.

Li gorî zanyarê siyasetê Dogu Ergîl Tirkiyê xwest ku hem di warê rizgarkirina ji DAÎŞê, hem jî ji nû ve avakirina Iraqê de bibe xwedî gotin. Ji bo vê yekê divê giraniyeke siyasî û aborî hebe di warê danûstandinan de. Herwiha li gorî Ergîl, di warê başkirina têkîliyên bi Iraqê re Herêma Kurdistanê yek ji wan mijarên herî krîtîk e.

Bi boçûna Ergîl, ligel ku bi Kurdên din ên derveyî sînor re nebaş e jî navbera Tirkiye û Hewlerê her baş e. Tirkiyê tu caran bi çavê gefekê li Hewlerê nenihêrtiye. Tirkiye dixwaze têkîliyên Bexda û Hewlêrê baş bin. Dixwaze Iraq jî Hewlêr jî ji wan çavkaniyên aborî sûdê wergirin, da ku feydeyeke wê li Tirkiyê jî bibe. Ji bo vê yekê jî pêşî ji Iraqê re aramî divê.

Ergîl ragihand ku Tirkiye dixwaze ne tenê bandora Îranê li wir hebe, dixwaze hêzên herêmê jî li wir bi bandor bin, Iraq jî bihêztir be û têkîliyên xwe bi cîranan re baştir bike. Her çiqas zehmet xuya bike jî li gorî Ergîl Tirkiye ji ber van sedeman dilxwaze ku nexweşiya di nava têkîliyên Tirkiye û Iraqê de derman bike.

Ergîl ji K24ê re axivî û got: “Li Iraqê du aktoren xwedî hêz hene. Yek jê Amerîka ya din jî Îran e. Amerîka zêdetir li Herêma Kurdistanê bi bandor e. Îran jî zêdetir li ser hikûmeta Baxdayê û derdorên şiî. Têkîliyên Tirkiye û İraqê di vê li ser vê esasê ben nirxandin. Ger têkîlî bi Baxayê re ne baş bin diyar e ku di nava Tirkiye û Tehranê de rageşiyek heye. Lê Tirkiye mecbûr e xwe bi İraqê re baş bike.”

Zanyarê siyasetê Dogu Ergîl li ser serdana Bexda û Herêma Kurdistanê ya Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ku wê di 5-6ê Çile de bike diyar kir ku, ev peyameke, di berdêla ku piştevaniya Kurdên din ên ku Tirkiye li dij xwe dibîne neke, Tirkiye di warê avabûna dewletekê de peyama piştevaniyê dide Hewlêrê. Tirkiye her çiqas bi awayekî vekirî negotibe jî li dij serxwebûna Kurdên li İraqê dernakeve.

Herwiha Dîrektorê Karê Derve yê SETAyê lêkolîner Ufuk Ulutaş jî Îran wek xetereyekê nirxand û got; Îran û milîsên Şiî di polîtîkaya derve de bi taybetî jî di warê polîtîkayên bi İraqê re ji bo Tirkiyê her car wê wek kêşeyekê li dar be.

Ulutaş berdewam kir jî: “Tirkiyê ji bo çareseriya kêşeyan digel wê hewla prosesa Sûriyê, heman tiştî dixwaze li Iraqê jî pêk bîne. Demek berê di nava Tirkiye û Iraqê de rageşiyekê dest pê kir, lê di nava du hefteyên dawîn de pêşî Serokwezîr bi şûnde jî Serokomar bi Iraqê re pêwendî danîn. Di wê rageşiya ku di têkîliyan de rû da bi baweriya min wê İraq zêdetir zirar bidîta. Fikrekî bi vî awayî di nava Iraqê bi xwe de jî heye.”

Pispor Ufuk Ulutaş diyar kir dema ku ew li rewşa Iraqê ya aborî, siyasî civakî, têkoşîna li dij DAÎŞê û yekparebûna xaka wê binihêrin, menfeata wê tê de heye ku bi Tirkiyê re têkîliyên xwe baştir bike. Ulutaş got; Ez bawer dikim ku di sala 2017an de wê têkîliya di nava İraq û Tirkiyê de baştir bibe. Ger têkîlî baştir nebin û têk biçin berpirsiyarê vê yekê bêgûman Îran e.