HDKê Sekreterekî nû hilbijart

Bi piraniya dengên endamên Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) Mistefa Mewlûdî bû Sekreterê Giştî yê wê partiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi piraniya dengên endamên Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) Mistefa Mewlûdî bû Sekreterê Giştî yê wê partiyê.

Her yek ji Cîgirê Sekreterê Giştî Mistefa Mewlûdî û endamê Serkirdayetiya HDKê Aso Hesenzade berbijêrê posta Sekreterê Giştî bûn, Komîta Navendî jî bi piraniya dengan Mistefa Mewlûdî hilbijart.

Sekreterê berê yê HDKê Xalid Ezîzî berî demekê dest ji kar kişandina xwe pêşkêşî serkirdayetiya partiya xwe kiribû, îro jî civîna Komîta Navendî ya wê partiyê ew daxwaza Xalid Ezîzî pesend kir.