Barzan û Biden li Davos şerê DAIŞê gotûbêj dikin
Li Davosa Swêsrayê û di çarçova beşdarîkirina di Korbenda Aboriya Cîhanê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîka Joe Bidin hev û du dibînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Davosa Swêsrayê û di çarçova beşdarîkirina di Korbenda Aboriya Cîhanê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîka Joe Bidin hev û du dibînin.
Peyamnêrê K24ê li Davosê Bergeşt Akreyî li cihê ku biryar e civînek di navbera Barzanî û Joe Biden birêve biçe ragihand, serkeftina Pêşmerge, rewşa şerê DAIŞê, navçeyên ku nehatina rizgarkirin, qonaxa piştî îdareya niha û hatina îdareya nû ya Amerîka mijarên guftûgoyê di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Amerîka bin.
Herwiha ragihand, îro û di du rojên bê de Serok Herêma Kurdistanê çendîn hevdîtin û civîn ligel werkirdeyên welatên cîhanê encam dide.
Korbendê îro dest bi karê xwe kir û heta roja 20 vê mehê birêve diçe. Barzanî di paneleke taybet bi Iraq û Sûriyê de roja 20 Çile beşdariyê dike û her yek ji Nûnerê Taybet yê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura, Cîgirê Sewrokwezîrê Tirkiyê Mehmed Şimşek, Birêvebirê Cibicîkar ê Kompaniya Petrola Hilal “Crescent Pelroleum” Mecîd Cafer û rojnamevana rojnameya “Şerq El-Ewset” Mina Oraibi Stone tê de beşdar dibin.