Rexneyên partiyên siyasî yên li ser destûrê
Nîqaşên li ser destûrê berdewam dikim. Di komcivînên partiyên siyasî de CHP û HDPê rexneyên giran li AK Partiyê girtin. CHP banga îstîfayê kir HDPê jî got helwesta me diyar e em ê ji destûrê re bibêjin na.
K24 – Enqere
Nîqaşên li ser destûrê berdewam dikim. Di komcivînên partiyên siyasî de CHP û HDPê rexneyên giran li AK Partiyê girtin. CHP banga îstîfayê kir HDPê jî got helwesta me diyar e em ê ji destûrê re bibêjin na.
HDP û CHPê derbarê destûrê de rexneyên xwe yên li dij AK Partiyê berdewam kirin. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di komcivîna xwe de li ser mijarên wek şerê li Sûriyê, guherandina naveroka pergala perwerdekariyê, dozên Balyoz û Ergenekonê û kêşeyên bêkariyê rexneyên giran li hikûmetê girtin. Kiliçdaroglu got li vî welatî 10 milyon bêkar hene, bi tenê di meha raborî de 450 hezar kes bêkar mene, li Sûriyê şer heye, siyaset tevlî artêşê bûye, li welêt aborî têk diçe; birakê min madem hûn nikarin welêt birêve bibin îstîfa bikin. Kılıçdaroglu di heman demê de li ser destûrê jî rexneyên tund li Erdogan girtin.
Kiliçdaroglu di komcivîna xwe de got: Erdogan dibêje ez îradeya neteweyî me. Ne tû 80 milyone îradeya neteweyî. Ji 15 endamên dadgeha bilind 12an wê ew bixwe diyar bike. Hingî wê baweriya kê bi dadgeha destûra bingehîn bimîne? Komara Tirkiyê dê bibe komara partiyê. Ger ev destûr derbas bibe wê rejim bê guherandin. Ji pergala parlamenteriyê derbasî pergala serokatiyê bibin. Wê ewlehiya can û malê tû kesî nemine û daraz jî wê tenê ji qesrê re bixebite.”
Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen jî di komcivîna partiya xwe de li ser destûrê û referandûmê rawestiya. Bîlgen ragihand ku Serokkomar Erdogan 4 partiyên di parlametoyê de zêde dibine, piştî ku ya xwe birin serî wê hingî jî bibêjin partiyek bese ji Tirkiyê re. Gelo Serokkomar ji millet aciz e an ji parlamentoyê yan jî ji komcivînên partiyên siyasî; kîjan gelo? Ya rastî em jî wê yekê meraq dikin.
Herwiha Bîlgen di komcivîna xwe de got: “Em bangê li AK Partî û MHPê dikin. Ger hûn bi darê zorê be jî destûrê ji parlamentoyê bi 330 dengî derbas bikin û pakêtê bibin ber gel, hingî parlamenterên me berdin em ê jî bibinîn bê wê kî zora kê bibe. Ji bo ku em bibêjin na gelek sedemên me hene. Em wê banga Hz. Pêxember ya 1400 sal berê dûbare dikin. Yan xêrekê bikin yan jî hiş bin.”
duyemîn ya dengdana destûrê wê di bin siyasa niqaşa hilbijartina pêşwext de berdewam bike. Di gera duyem de wê li ser pêşniyaz û xalên wê, hevdîtin û axaftin neyê kirin. Bi tenê wê li ser wan xalên ku pêşniyaza guherînê hatiye kirin bê axivîn. Di gera duyem de xelên ku li ser wan pêşniyaza guherînê nehatiye kirin wê pêşniyazname neyê dayîn. Di encama dengdanê de ger 330 deng ben bidestxistin wê biryara referandûmê bê ragihandin. Referandûm jî wê herî zû yan di 26ê Adarê de yan jî di 16ê Avrêlê de biçe serî.