Bi nêzîkbûna Amerîka û Rûsyayê wê çarenivîsa cîhanê jî biguhere
45. Serokê Amerikayê Donald Trump, weke fermî dest bi erka xwe kir. Di heyama Trump de têkiliyên Amerîkayê ligel welatên derva jî tên meraqkirin. Li gor pisporên têkiliyên derve, Trump eger bi Rûsyayê re dawî li gengeşiya heyî bîne û her du welat nêzîkî hev bibin, li giştiyê dinyayê bi taybetî li Rojhilata Navîn, heyameke nû û cuda wê dest pê bike.
K24 – Stenbol
45. Serokê Amerikayê Donald Trump, weke fermî dest bi erka xwe kir. Di heyama Trump de têkiliyên Amerîkayê ligel welatên derva jî tên meraqkirin. Li gor pisporên têkiliyên derve, Trump eger bi Rûsyayê re dawî li gengeşiya heyî bîne û her du welat nêzîkî hev bibin, li giştiyê dinyayê bi taybetî li Rojhilata Navîn, heyameke nû û cuda wê dest pê bike.
Li Amerîkayê, heyama Donald Trump weke fermî dest pê kir. Serokê 45emîn ê Amerîkayê li gor serokên berê peyamên cuda belav kiribû û herkes li bendê ye ku polîtîkayên Trump wê çawa were sepandin? Di navbera piosporan de jî di heyama Trump de polîtîkaya Amerîkayê ya der barê Çîn, Rûsya, û Rojhilata Navîn de tê nîqaşkirin.
Berpirsê saziya ramanê SETA yê Washingtonê Kiliç Bugra Kanat ji K24ê wiha axivî: "Trump di bêje ew dê di gel Rusyayê bi riyên aştîyanê tevbigere lê dê bi polîtîkayên tund nêzî Çînê bibe. Bi taybetî jî polîtîkaya Rusyayê di be ku navbera Amerîka û şirîkên wî yên gerdîşî xerab bike."
Li gor berpirsê saziya ramanê SETA yê Washingtonê Kiliç Bugra Kanat eger Amerîka û Rusya li ser Sûriyê li hev bikin têkiliyên her du welatan li gor heyama Obama wê baştir bibin.
Bugra got jî: "Lê ihtîmaleke wiha jî heye: Dibe ku helwesta Trump ya dijminane ya ku li dijî Îranê ji sererastkirina têkiliyên di gel Rusyayê zêdetir derkeve pêş. Lewra Îran li herêmê bi Rusyayê re di nav têkiliyên xurt de ye. Bi ya min di maweya du-sê mehan de Trump dê hewesta xwe ya derbarê Surî de aşkere bike. Herwiha dibe ku polîtîkaya Surî jî rewşa têkiliyên di gel Rusyayê zelaltir bike."
Li gor pisporan polîtîkaya Amerîkayê ya li ser Sûriyê wê bandor li têkiliya ligel Tirkiyê jî bike. Tirkiyê hêvî dike ku Amerîka piştevaniya PYD'ê neke.
Pisporê Polîtîkayên Derve Prof. Dr. Mesut Yegen jî wiha got: "Bi ya min heger têkiliyên Emerîkayê yên li dijî Rusyayê sererast nebin Washîngton dê li Surî alîkariya xwe ya bo PYDê berdewam bike. Ji ber ku niha têkiliyên Emerîkayê yên di gel Tirkiyê hîç ne başin û niha li herêmê ji bilî Kurdan tu aliyên ku bikaribin pê re tifaqekê ava bikin nîn in. Ji lewra min ne bawere ku têkiliyên Kurdên Surî û Kurdên Iraqê ji heyama Obama xerabtir bibin, berevajî dibe ku têkiliyên wan hê geştir û baştir jî bibin."
Li gor akademîsyen Prof. Dr. Mesut Yegen Tirkiye wê hewl bide ku Amerika ji PYD dûr bikeve. Yegen berdewam kir: "A rastî ez nizanim ka dê di heyama li pêş me de li herêmê lihevkirineke di navbera Tirkiyê, Îran, Rusya û Emerîkayê dê pêk were yan na lê gava ku em li mêjûya herêmê dinêrin bi rastî ez ew qasî ne reşbînim. Û heger li herêmê şer û alozî bidome jî bi ya min têkiliyên di navbera Emerîka û Kurdan de dê wekî heta niha berdewam bikin."
Gelek pispor balê dikêşînin ser cudahiya politikayên Trump ku ne wekî polîtîkayên serokên din e. Ji bo bicîhanîna sozên Trump pêwîstî bi demê heye û diyar e ligel polîtîkaya nû ya Amerîkayê guherînên balkêş jî wê rû bidin.