Astana.. Opozîsyon bersiva Caferî dide
Di derbarê daxuyaniyên Serokê şanda rêjîm Sûriyê Beşar Caferî de ku şanda opozîsyonê bi grûpên terorist binav kiribû , Şêwirmendê yasayî yê Artêşa Azad a Sûriyê û endamê şanda opozîsyona Sûriyê ji bo danûstandinên Astana Osama Ebûzêd ji K24ê re ragihand, ew tuhmet ti wate jê re nîne û ji aliyê yasayî ve ti beha jê re nîne, ji ber ku Rûsya bi fermî di îmzekirina belgehê de danpêdan bi Rewata Şoreşvanan kir û bi opozîsyoneke miyanrew binav kiriye.
K24 – Astana

Serokê şanda rêjîma Sûriyê Beşar Ceferî li Astanayê vexwendina Serokê Şanda opozîsyona Sûriyê Mihemed Elûş ji bo Astanayê rexne kir û got; “Ji bo me sobrîz bû, ku serokê grûbên terorîstî jî hatibûne vê derê. Em nehatine ligel terorsîtan rûnin.”