Civîna Astanayê berdewam e

Her çend e ti pêşketin di danûstandinên Astanayê de derneketine, lê biryar e îro di roja duyem ya civînan de şanda rêjîm û opozîsyona Sûriyê rasterast bi hev re bicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her çend e ti pêşketin di danûstandinên Astanayê de derneketine, lê biryar e îro di roja duyem ya civînan de şanda rêjîm û opozîsyona Sûriyê rasterast bi hev re bicivin.

Çavdêrên civînê aloziya ku di roja yekem de derketibû bi asayî û çaverêkirî dizanin, ji ber ku piştî 6 sala ji şer. Xwîn û wêrankirinê, bi asayî li masa guftûgoyê nacivin.

Peyamnêrê K24ê  amaje bi wê yekê kir, bo serxistina civînan, Rûsya, Tirkiye û Îranê berî civînê li ser çend xalan li hev kiribûn, ji ber wê Tirkiye fişareke mezin li şanda opozîsyona çekdar dike, Rûsya jî bi heman awayî fişarê li şanda rêjîmê dike, da ku li hev bikin.

Ajansa “Novosti”  li ser zarê berpirsekî ji wî welatî li binkeya leşkerî ya Himêmîmê ya Sûriyê ragihand, Rûsya ji bênpêkirina rêjîma Sûriyê yên vê dawiyê nîgeran bûye, ku bi şikandina agirbestê tuhemtbar kiribû.

Jêderekî dîplomasî got, tevahiya şanda opozîsyona Sûriyê bo rûniştina rasterast bi şanda rêjîmê re, bersiva erênî neda Rûsyayê, ew jî piştî rexnekirina Rûsyayê ji artêşa Sûriyê re.

Serokê şandê opozîsyonê Mihemed Elûş got, armanca wan ji danûstandinan, ragirtina şer, cibicîkirina biryara agirbest cudakirina opozîsyona liberal û cibicîkirina biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2245 e.

Peyamnêrê K24ê ragihand, îro demjimêr 10:00 şanda opozîsyona Sûriyê bi Nûnerê Taybet yê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura re civiya.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, biryar e di demjimêr 14:00 de herdu şandên rêjîm û opozîsyonê û Nûnerê Taybet yê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura bihata encamdan, lê bo demekê hate paşxistin.

Bi beşdariya aliyên opozisyona çeksdar û rêjîma bi serperiştiya Rûsiya, Îran û Tirkiyê, herweha bi beşdariya fermî ji welatên Amerîka, Brîtaniya, Ferensa û Yekîtiya Ewrûpayê civînên Astanayê duh dest pê kir.