Pizîşkeke Kurd bê pere zarokan derman dike
Pizîşkeke Kurd li bajarê Qamişlo Sîma Îbrahîm deriyê xwe roja Yekşemê ji her heftiyê ji nexweşan re vedike û bê pere pişknîna rewşa wan ya tenduristî dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Pizîşkeke Kurd li bajarê Qamişlo Sîma Îbrahîm deriyê xwe roja Yekşemê ji her heftiyê ji nexweşan re vedike û bê pere pişknîna rewşa wan ya tenduristî dike.
Li gorî pizîşka Kurd dibêje, wê ev roj destnîşan kir, da ku karibe alîkariya gelek malbatên hejar bike .
Hin malbatên nexweşan tekeziyê li ser gavên weha dikin, çimkî piştî kirîza Sûriyê nexweşxaneyên niştimanî yên ku bê pere pêşwaziya nexweşan dikirin hatin rawestandin, yan jî bi pereyan nexweşan derman dikin.