Mebesta Tirkiyê ya li Astanayê çi ye?

Tirkiye bi rêya Astanayê dixwaze çi bike? Çi hisabên siyasî di vê serdemê de hene? Gelo civîna ku beyî beşdariya Amerîka û wezîrên karen derve yên Tirkiye, Rûsya û Îranê pêk hat wê encameke siyasî bide an na? Nebûna PYDê tê çi wateyê? Pispor vê prosesê dinirxînin.

 

K24 – Enqere

Tirkiye bi rêya Astanayê dixwaze çi bike? Çi hisabên siyasî di vê serdemê de hene? Gelo civîna ku beyî beşdariya Amerîka û wezîrên karen derve yên Tirkiye, Rûsya û Îranê pêk hat wê encameke siyasî bide an na? Nebûna PYDê tê çi wateyê? Pispor vê prosesê dinirxînin.

Dahatûya rêvberiya rejima Sûriyê û Esad wê çibe? Muxalîf di pergala nû de wê roleke çawa wergirin? Çarenûsa komên çekdar wê çibe? Kurd li kîjan rexê vê prosesê ne? Li Astanayê ev yek nehatin axivîn. Şert û mercên agirbestê û berdewemkirina wê hate axivîn. Li gorî pisporan ger di vê hevdîtinê de encamek were bidestxistin hingê wê prosesa siyasî ya li Sûriyê hê hêsanitir biçe serî. Lê wê di vê navê de wê şerê li dij DAÎŞ û El Nûsrayê û şerê li dora Reqayê ku YPG li dijî DAÎŞê dimeşîne û operasyona Mertalê Feradê jî berdewam bike.

Pispor Oytun Orhan dibêje; Rûsya wekî Tirkiyê YPGê wek rêxistineke terorê nabîne. Ji vê jî diyar e ku bo demeke dirêj hatiye hiştin meseleya YPGê. Dema ku proseseke siyasî destpê kir hingî wê Kurd jî wek aktorekî giring di navê de cih bigirin û wê mafên wan yên siyasî jî di nava tekstan de cih bigire. Bi baweriya Orhan wê hingî Tirkiye jî îtîraz neke û li pişta wê tekstê be ligel Îran û Rûsyayê. Orhan got; Tirkiye li dij ENKSê dernakeve lê vê gavê wê Tirkiye dijberiya xwe ya li hember YPGê berdewam bike.

Orhan wiha ji K24ê re jî axivî: “Ji bo Tirkiyê hewla YPGê ya herêmeke federal û Dewleta Xilafetê ya ku DAÎŞ dixwaze li bakûrê Sûriyê ava bike wek xetereyekê ye. Loma jî Tirkiye dixwaze şerê navxweyî yê Sûriyê bi dawî bîne. Tirkiye dixwaze ku di nava komên opozîsyon û Sûriyê de aştiyek pêk were da ku ew agirê li wî aliyî xwe nede ser Tirkiyê. Digel vê yekê piştî vê aştiyê Tirkiye difikire ku wê hêsantir karibe li dij wan komên terorê di nava xaka Sûriyê de têkoşîna xwe bike. Mebesta Tirkiyê ya bingehîn qelskirina DAÎŞ û YPGê ye.”

Li gorî pispor Abdullah Agar beriya Astanayê Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî li ser kêşeya Sûriyê hewlên çareseriyê dabûne destpêkirin di ser Koalîsyona Neteweyî ya Kurd re. Agar dibêje; Heta du caran ew komên li Sûriyê li Hewlêrê anîne bal hev û Mesûd Barzanî ji wan re gotiye “li hev bikin” lê rûdanan rê nedaye ku ew proses bi ser bikeve. Bi boçûna agar li Astanayê Tirkiye dikare bi komên maqûl ên Kurdan re ku li derveyî PKKê ne re rûne yan na, rêbazeke din ne mimkûne.

Agar got jî: “Astana ji bo têkoşîna li qadê ya ku ew komên li dijî hev didin, hem ji aliyê siyasî û etnîkî û hem jî mezhebî ve gaveke gelekî giring e. Lê gaveke zû ye. Gelo encamên mezin wê derkevin? Bi baweriya min wê dernekeve. Lê gav gaveke giring e. Heta niha ev rêbaz nehatibû bikaranîn. Berî niha her car di nava Emrîka û Rûsyayê de li ser Sûriyê gav dihatin avêtin lê tû encam nedihatin bidesxistin. Li dora maseyeke gilover civîna rexên ku bi hev re di nava îxtifalê de wêneyekî giring e.”

Astana bi dawî bû lê nîqaşên wê berdewam in. Gelo ev civîna li Astanayê wê rê li ber  bingeheke çareseriyê ya siyasî û ya aştiyane veke an na? Di warê konsolîde kirina wan komên çekdar û venêrîna agirbestê de Tirkiye û Rûsya wê çiqasî serketî bin?  Rola rêveberiya nû ya Emrîkayê di pêş de wê çi be? Herwiha welatên kendavê û yên Ewropayê ku li dij vê prosesê mane beşdarî vê prosesê bibin? Dîsa di wan civînên Cînevê de ku tê çaverêkirin wê di meha sibatê de li dar bikeve PYD cih bigire an na? Li gorî pispor û zanyaran barê prosesa Astanayê giran e û divê bersiva van hemû pirsan bide.