Trump û Ebdilezîz li ser herêmên aram li hev kirin

Serokê Amerîka Donald Trump û Şahê Siûsiyê Selman bin Ebdilezîz li ser piştgiriya avakirina herêmên aram li Sûriyê û Yemenê li hev kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump û Şahê Siûsiyê Selman bin Ebdilezîz li ser piştgiriya avakirina herêmên aram li Sûriyê û Yemenê li hev kirin.

Koçka spî di daxuyaniyekê de ragihand ku, di pêwendiyeke telefonî de di navbera herdu aliyan de piştgirya xwe ji avakirina deverên aram li Sûriye û Yemenê re li hev kirin. Herweha hevkariya hevbeş ya li dijî rêxistinên teroristî jî gotûbêj kirin.

Beriya niha Trump gotibû ew ê helbet devereke aram li Sûriyê ava bike, gotibû jî ew ê bi alîkariya darayî ya welatên Kendava Erebî vê projeyê cibicî bike.

Berî çend roja Donald daxwaz ji wezareta bergîriyê û derve ya welatê xwe kir, ku planeke di dema 90 rojî de danin, ji bo avakirina navçeyên aram li Sûriyê. Bêyî ku ti zanyariyên din derbarê cihê wan navçeyan diyar bike, yan di bin çavdêriya kê de be.

 

Fly Erbil Advertisment