Gemara Gola Wanê van salên dawîn gelek zêde bûye
Gola Wanê gelek bi nav û deng e û xwediyê taybetmendiyên cuda ye. Lê ev gola Kurdistanê ji ber paşguhxistinê her ku diçe qirêj dibe. Qirêjiya hin tesîs û kargehên sirûştiya golê xirabtir dike. Gola ku temenê wê nêzîkî 600 hezar salî ye di van demên dawîn de bi gemareke gelek zêde re rû bi rû ye.
K24 – Wan
Gola Wanê gelek bi nav û deng e û xwediyê taybetmendiyên cuda ye. Lê ev gola Kurdistanê ji ber paşguhxistinê her ku diçe qirêj dibe. Qirêjiya hin tesîs û kargehên sirûştiya golê xirabtir dike. Gola ku temenê wê nêzîkî 600 hezar salî ye di van demên dawîn de bi gemareke gelek zêde re rû bi rû ye.
Gola Wanê mezintirîn gola Kurdistanê ye û li ser golê 4 girav jî hene. Girava herî mezin jî Axtamar e û ew bi dêra dîrokî ya li ser tê zanîn. Gol li herêmê wek Behrê tê binavkirin û bi gelek taybetmendiyên xwe jî li cîhanê deng vedaye. Di nava wê de qilê yanî sûlfûrîk asît heye û ava wê şor e. Dîsa di golê de masiyê ku bi navê Încî Kefalî heye ku tenê di vê golê de dijî.
Gola ku her tim rastî eleqeyeke mezin tê van salên dawîn ji ber qirêjî û guhnedayînê li ber xwe dide. Gemara golê sal bi sal zêde dibe û ber bi asteke xeter ve diçe. Gelek sedemên qirêjiyê hene lê ya herî mezin tesîsên avên gemarî ne. Rûspiyên bajêr êdî li hêviyê ne ku ev kêşe bên çareserkirin.
Serokê Komeleya Hawîrdora Wanê Alî Kilçik ji K24ê re li ser pirsgirêka gemarê ya di gola Wanê de got: “Di saniyekî de hezar û 800 lître gemar dikeve Behra Wanê. Ew ava ku tê ya çem û kaniya nîn e ji qanalizasyonê yekcar tê dikeve behrê. Behra Wanê xilas dibe û ew bi bobelatê ve rû bi rû ye. Ez bang dikim ku kêşeya Wanê ya sereke ev e. Ger ku gol tune be Wan jî tune ye û Wan bi gola xwe ve mezin bûye.”
Gola Wanê bi şînahiya xwe tê naskirin. Lê niha peravên golê bi aveke reş û qirêj hatine dorpêçkirin. Ji ber vê rewşa neyînî ji avê bêhneke genî tê. Tê gotin ku bi vî awayî here gol dê 10 sal bi şûnde bi tunebûnê re rû bi rû bimîne. Ji bilî kêşeya gemarî hema hema hemû peravê golê jî ji aliyê saziyên gelemperî ve hatine pêçandin û behr ji gel re hatiye qedexekirin.
Rêveberê Meclîsa ekolojiya Wanê Fatîh Şahîn jî got: “ Wan roj bi roj qirêj dibe. Kanalîzasyon gemarê diavêje behrê. Ava 19 çeman tê dikeve golê lê ji ber ku raste rast tê û nayê parzînkirin gil û gemarê jî bi xwe re tîne. Dîsa ew TOKIyên ku ji nû ve avabûne jî golê qirêj dikin. Pêwîst e ku li ser golê tesîsên biyolojîk bên çêkirin.”
Nifûsê Wanê nêzikî 2 mîlyonan e ji bilî navendê li derdorê golê navçeyên wek; Bêgirî, Erdiş, Adilcewaz, Xelat, Tetwan, Westan û Artemêt hene û nifûsên van jî zêde ne. Ji ber vê tê destnîşankirin ku ew kargehên kevn êdî têra bajêr nakin û hewce ye ku ew bên guherandin.