Bi hatina Trump re, li Rojhilata Navîn hevahengî çawa dibin?

Piştî bûyîna Serokê Amerîkayê Donald Trump, dê li herema Rojhilata Navîn hevhengî û hevsengî çawa bibin? Çavdêrên siyasî dibêjin; Trump wan soz û gotarên hilbijartinê, li nav Amerikayê bi cih dike û dê di siyaseta derve de jî polîtîkayên xwe bi cih bike. Dîsa balê dikişînin ku ev nayê wateya ku Amerîka siyaseta xwe diguherîne, lê dê operasyon û hewildanên ku encamdayînan lezgîn bike, bide û pêk bîne.

 

K24 – Diyarbekir

Piştî bûyîna Serokê Amerîkayê Donald Trump, dê li herema Rojhilata Navîn hevhengî û hevsengî çawa bibin? Çavdêrên siyasî dibêjin; Trump wan soz û gotarên hilbijartinê, li nav Amerikayê bi cih dike û dê di siyaseta derve de jî polîtîkayên xwe bi cih bike. Dîsa balê dikişînin ku ev nayê wateya ku Amerîka siyaseta xwe diguherîne, lê dê operasyon û hewildanên ku encamdayînan lezgîn bike, bide û pêk bîne.

Diyardeyên bi Donald Trump re polîtîkayên Amerîkayê şênber dibin û çavdêrên siyasî pêşbînî dikin ku, bi Trump re li herêmê guhêrînên hevsegiyan peyda bibin. Akademisyen û lêkolînerên civakî balê dikişînin ku dê Kurd wekî heveymanê Amerîkayê bimînin, di pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê de nediyarî didomin û li beramberî Îranê dê Emerîka polîtîqayên çalaktir bi kar bîne.

Serokê Navenda Lêkonên Civakî ya Dîjleyê (DİTAM) Mehmet Kaya, anî zimên ku dê Amerîka û Birîtanya zêdetir hevkariyan bikin û di teşegirtin û encamdayîna Rojhilata Navîn de dê bi bandortir rolê bilîyîzin. Kaya diyar kir ku dîsa pêwendiyên Amerîkayê dê bi Îsraîlê re jî bi pêş bikevin û dibe ku pêkutî û operasyon li ser Îranê peyda bibin.

Kaya wiha jî ji K24ê re axivî: “Ez di wê pêşbîniyê de me ku Trump dê pêwendiyên xwe yên bi PYD'ê re jî, yên bi Birêz Barzanî re jî zêdetir bike û bi wan re dê siyaseta xwe ya Herêmê bimeşîne. Em dizanin ku piştî Trump hatiye hilbijartin, li serokê hin welatan geriyaye lê di nav wan de Tirkiye nîn e. Em dikarin bibêjin ku Emerîka dê polîtîqayên xwe yên li heremê bidomîne, lê polîtîqayên ku dê encamdayînan lezgîn bikin, bimeşîne.”

Doç. Dr. Vahap Coşkûn jî ragihîne ku Trump bi bicihkirina polîtîkayên nav Amerîkayê nîşan daye ku, ewê di siyaseta navdewletî de jî, ji danîna dîwarê sînorê Meksîqayê heta xirabkirina pêwendiyên bi Yekîtiya Ewropeyê re pirsgirêk peyda bibin. Coşkûn dide zanîn ku dê ew polîtîqayên nerm ên serdema Obama ku bi Îranê re çêkiribû jî dê berovajî bibin û balê dikşîne ku nakokiyên navbera Tirkiye û Emerîkayê jî di demeke kurt de çareser nabin.

Coşkûn got jî: "Tirkiye ji Amerîkayê du tişt dixwaze, yek radestkirina Serokê FETO'yê Fetilah Gulen e, ya din jî qutkirina pêwendiyên xwe bi PYD'ê re ye. Dibêje ger tuyê li vir bi yekî re hevkarî bikî ez li vir im, bi min re li heremê hevkariyê bike.Feqet di van herdu daxwazên Tirkiyeyê de jî diyare dê di demeke nêzîk de bersiveke erênî neyê dayîn.”

Navboriyan ragihand ku, hevhengiya di navbera Tirkiyeyê û Kurdan de, dê ji bo herdu aliyan jî bi kêrhatî be. Lê divê di serî de Tirkiye ji nexweşîna xwe ya ku dijberiya destkeftinên Kurdan dike, çareser bike û bi rêzdarî nêzîkî hemû mafên wan bibe.