Ji ber şerê PKK û Tirkiyê zeviyên 16 gundên Kanî Masî şewitîne

Ji ber şerê çekdarên PKKê û artêşa Tirkiyê, 16 gund li devera Kanî Masî li qezaya Amêdiyê vala bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber şerê çekdarên PKKê û artêşa Tirkiyê, 16 gund li devera Kanî Masî li qezaya Amêdiyê vala bûn.

Rêveberê Bajarokê Kanî Masî Serbest Sebrî ji K24ê re ragihand, ji kêmtir ji du mehan ji ber şerê çekdarên PKKê û bombebarankirina artêşa Tirkiyê, zêdetir ji 11 hezar donim zevî û baxçeyên welatiyan şewitîne û ziyaneke mezin gihîştiye deverê.

Diyar kir jî, 16 gundên deverê rastî ziyaneke mezin dîtine û zevî û baxçeyên gundan şewitîne û li gor pêşbîniyên destpêkî, zêdetir ji 6 milyar Dînar ziyan gihîştiye cotkarên deverê.

Li gor zanyariyên Kurdistanê, ji heyama kêmtir ji 2 mehan, 7 gundên wê deverê ji ber şerê PKKê û artêşa Tirkiyê vala bûne û çend welatî jî birîndar bûne