Encûmana Minbicê 22 girtiyên DAIŞê berdan

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Encûmana Leşkerî ya Minbicê 22 girtiyên DAIŞê bi boneya cejna Newrozê berdan û radestî malbatên wan kirin.

 

K24 – Minbic

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Encûmana Leşkerî ya Minbicê 22 girtiyên DAIŞê bi boneya cejna Newrozê berdan û radestî malbatên wan kirin.

Li gor Rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî, ku ev girtî karmend û leşkerên DAIŞê bûn û di Dadgeha Leşkerî re derbas bûn û hin ji wan du sal ceza xwaribûn.

Di dirêjiya sê salên ku DAIŞê Minbic kontrol kiribû de gelek ciwan û welatî li bajêr tevlî DAIŞê bûn. Piştî Minbic di 15 Tebaxa 2016an de ji aliyê Encûmana Leşkerî ya Minbicê ve hate rizgarkirin, gelek kesên ku tevlî DAIŞê bûbûn hatin girtin.

 

Fly Erbil Advertisment