Li Enqerê Newroz li kolanan hate pîrozkirin
Ligel ku li Enqerê pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin jî li kuçe û kolanan Kurdan li Enqerê agirê Newrozê vêxistin û Newroza 2017an bi stran, govend û dirûşmeyan pîroz kir. Siyasetmadar û hiqûqnasên Kurd derbarê Newrozê û qedexeyan de bîr û boçûnên xwe rave kirin.
K24 – Enqere
Ligel ku li Enqerê pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin jî li kuçe û kolanan Kurdan li Enqerê agirê Newrozê vêxistin û Newroza 2017an bi stran, govend û dirûşmeyan pîroz kir. Siyasetmadar û hiqûqnasên Kurd derbarê Newrozê û qedexeyan de bîr û boçûnên xwe rave kirin.
Digel bergiriyên berfireh yên ku li Enqerê hatibûn hilanin jî li Enqereyê Kurdan gûh neda qedexeyê û li Tuzluçayirê li hev civiyan. Kurdên ku li vê dere civiyan bi daxuyaniyeke çapemeniyê hem helwesta qedexeya Parêzgeriya Enqerê şermezar kirin û hem jî banga aştî û biratiya gelan kirin û Cizîr, Nisêbîn û Sûr jî bi bîr xistin.
Digel vê rûdanê qedexeya li ser Newrozê di rojeva siyasetmedarên Kurd de bû jî. Kemal Burkay diyar kir ku Kurd dixwazin li qadan an jî li salonan Newrozê pîroz bikin lê parêzger destûrê nadin, ne tenê li Enqerê li Diyarbekirê jî du roj berê parêzgeriyê destûr nedaye wan ku bi rêya HAK-PAR'ê Newrozê pîroz bikin.
Siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay got: "Serokomar jî dibêje ku ev roj roja jîndarbûnê ye, divê em gor wê vê rojê pîroz bikin. Ê baş e madem wisa ye xelk dixwaze vê rojê pîroz bike wezîfa dewletê, erkê dewletê jî ewbe ku jê ra mecal bide jê ra îmkanan çêbike xelk derkeve kolanan û kuçeyan cejna xwe pîroz bike."
Parlamenterê AK Partiyê Yahya Akman diyar ku, du roj berê li Colemêrgê bombe hatine girtin. Bi wan bombeyên ku hatine girtin jî hatiye armanckirin ku di pîrozbahiyeke Newrozê de bêne teqandin. Li gorî Akman ev agahî li ber destê emniyetê heye. Loma ew ji bo ewlehiya gel biryara qedexeya pîrozbahiyên Newrozê yên li Enqerê bi awayekî erênî dinirxîne.
Parlamenterê AK Partiyê Yahya Akman got: "Hûn jî dizanin ev nêzî 7, 8 mehin Rewşa Aawrte li Tirkiyê heye. Pir caran di nava gel de bombe tên teqandin û însan dimrin. Lê ez bi tiştekî kêfxweş im; li aliyê Diyarbekirê, Wanê û pir deverên din îro Newroz di nava aştiyê de di nava xweşiyê de insanan çûn Newroza xwe pîroz kirin."
Parêzerê Kurd Neşet Bîlek berewajî Akman da zanîn ku biryara qedexeya Newrozê ya Parêzgarê Enqerê biryareke ne yasayî ye û li dij Destûra Bingehîn ya Tirkiyê ye. Bîlek got jî:"Yek jî ji ser qanûna aneyasayê, dibêje insan, kom, civak bixwazin ji berî meşa xwe, ji berî protestoya xwe, berî pîrozbahiyên xwe bimeşin ne mişkûleye tu kesî agahdar jî nekin, tu kesî xeberdar jî nekin dikarin wan vezîfeyên xwe îfa bikin."
Li aliyê din ji bilî daxuyaniya çapemeniyê Kurdên li Enqerê li Tuzluçayirê di nava kuçe û kolanan de li hev civiyan û agirê Newrozê vedan û bi dirûşme, govend û stranan Cejna NEWROZê ya sala 2017an pîroz kirin. Di wê serdema çalakiya pîrozbahiyê de ku ciwanan xwe di ser agirê Newrozê re diavêt de kesekî nîjadperest ku ji vê çalakiyê ne razî bû wesayita xwe bi ser ciwanan de ajot. Di vê êrîşê de kes birîndar neket lê girseyê bi dirûşmeya "Bimre faşizm bijî azadî" reaksiyona xwe nîşan da.