Li Stenbolê duyemîn Mîhrîcana Çêrokan birêve çû
Wekî ku tê zanîn di çîrokan de zêdetir behsa aliyên xweş û bi şadî yên jiyanê tê kirin lê çîrok jî êdî bi piranî li ser bûyerên bi êş û trajîk in. Li Tirkiyê di mîhrîcaneke navneteweyî ya çîrokan de nivîskarên ku beşdarî di mîhrîcanê de kirine bêtir ji welatên di nav şer û aloziyan de ne hatine û ji ber wê jî di mîhrîcanê de jî piranî çîrokên li ser trajediyan derketin pêş. Çîrokên herî balkêş jî yên li ser şerê Sûrî bûn.
K24 – Stenbol
Wekî ku tê zanîn di çîrokan de zêdetir behsa aliyên xweş û bi şadî yên jiyanê tê kirin lê çîrok jî êdî bi piranî li ser bûyerên bi êş û trajîk in. Li Tirkiyê di mîhrîcaneke navneteweyî ya çîrokan de nivîskarên ku beşdarî di mîhrîcanê de kirine bêtir ji welatên di nav şer û aloziyan de ne hatine û ji ber wê jî di mîhrîcanê de jî piranî çîrokên li ser trajediyan derketin pêş. Çîrokên herî balkêş jî yên li ser şerê Sûrî bûn.
Li Stenbolê îsal duyemîn Mîhrîcana Navneteweyî ya Çîrokan destpêkir. Di mîhrîcanê de ji welatên biyanî yên wekî Makedonya, Filistîn, Misir, Bosna-Herzîgova, Fas û Surî gelek çîroknivîs bi çîrokên xwe beşdarî di vê mîhrîcanê de kirin.
Organîzatorê Mîhrîcanê û Derhênerê Hunerî Aykut Ertugrul li ser mîhrecanê wiha ji K24ê re axivî: "Em îsal mîhrîcana dûyem li dar dixin. Ji Tirkiyê 24 nivîskar beşdarî vê festîvalê bûn. Her wiha ji 10 welatan 10 nivîskarên biyanî jî beşdarî tê de dikin. Nivîskarên me li vir bi xwendevanan re dicivin. Sala borî 10 hezar kes hatin serdana vê mîhrîcanê. Em hêvî dikin ku îsal zêdetir kes beşdar bibin."
Di çîrokan de zêdetir behsa aliyên xweş û bi şadî yên jiyanê tê kirin lê çîrokên beşdarî di vê mîhrîcanê de kirine bi piranî li ser bûyerên bi êş û yên trajîk in. Sedema vê yekê jî ew e ku nivîskarên ku beşdarî di mîhrîcanê de kirine, bi piranî jiyana xwe li welatên di nav şer û aloziyan de borandine.
Nivîskarê Sûrî Hatip Bedli jî K24ê re li ser ezmûna xwe got: "Ev 30 sal in ez pirtûkan dinivîsim û 16 pirtûkên min hene. Ez çîrok û serpêhatiyên xwe ji jiyanê hildibijêrim. Dema 2011an de şerê Surî despêkir ez jî li wir bûm. Ez jî beşdarî çalakiyan bûm. Paşê ez hatim Tirkiyê. Min li vir 2 pirtûk nivîsîn; di demek nêz de dê werin weşandin. Ev herdû pirtûkên min li ser şerê navxweyî yê Sûrî ne."
Yek ji wan nivîskarên ku di çîrokên xwe de li ser temayên jan û trajediyan kûr buyî jî Arzu Kadumiye. Di gel ku bi eslê xwe ji Tirkiyê ye lê di jiyana wê de jî wekî Hatîp Bedlî trajediyên şerê Surî şopên xwe hiliştiye.
Nivîskara Arzu Kadumî got: "Hevjînê min rojnamegerekî Filistînî bu. 2013an de ji bo nûçeyê çu Surî. Di sengerê şer de bû û paşê me tû agahî jê wernegirtin. Demeke dirêj em lê geriyan. Lê mixabin me tû encam bi dest nexistin. Heyameke xembar bû, hê jî wisa ye, ez bi çîrokan xwe li jiyanê radigrim. Beriya wê jî min çîrok dinivîsand. Lê niha ez zêdetir dinivîsim."
Wekî arzu Arzu Kadumî jî amaje kirî çîrok ne tenê bo nivîskaran bo xwendekaran jî wekî dermaneke. Mîhrîcana ku bo dildarên çîrokan wekî dermanekî ye dê bi maweya hefteyekê berdewam bike.