Ji tirsa xwe ditirsim…!

Di tekoşîna gelan de, her destkeftî û her têkçûyîn, ji bo wan gelan ezmûnên granbûhanin. Ji ber vî, ger tevgerên netewî û gel, ji van ezmûnana çiqas sûd werbigrin, dê bigihîje armancên xwe yê stratejîk. Ji bo kurdan, ezmûnên ku ji nav pelên dîrokê heta ev roj hatîye, bi berxwedanek bê sînor ya law û keçên qehreman, û bi tevayî bi xwîna gelê kurd hatîye histirandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji aliyê: Fahri Karakoyunlu

Di tekoşîna gelan de, her destkeftî û her têkçûyîn, ji bo wan gelan ezmûnên granbûhanin. Ji ber vî, ger tevgerên netewî û gel, ji van ezmûnana çiqas sûd werbigrin, dê bigihîje armancên xwe yê stratejîk. Ji bo kurdan, ezmûnên ku ji nav pelên dîrokê heta ev roj hatîye, bi berxwedanek bê sînor ya law û keçên qehreman, û bi tevayî bi xwîna gelê kurd hatîye histirandin.

Ger kurdan, bi hinek destkeftîyên giranbûha di qada navnetewî û di rojeva dîplomasîya dinyayê de ev roj  cîhê xwe girtine, bi saya vê tekoşîna granbûha ye.  Bê şik, di vê qonaxa ku kurd gîhanê de, ked û berxwedana her kurdekî, sazîyekê û her partîyên sîyasî he ye. Ger em îro, behsa azadîya Kurdistanê dikin, divê herkes û her partîyên sîyasî, vê rastîyê bibînin û gor vê rastîyê xwe birêvebibin.

Pêvajoyek nû û firsendên dîrokî  li ber destê Netewa Kurd e. Gere kurd  vê pêvajoyê  nekin qurbanîya berjewendîyên hizbî.

 Ev êrîşa ku bi destê terorîstên DAIŞê ya bi ser Kurdên Ezidî û bi tevayî bi ser Desthilatdarîya Herêma Kurdistanê ve hatî, ji bo bizavên kurd bi tevahî wê bibe ezmûnek dîrokî. Bi ya min, ji vir şûn de, tu tişt dê wekî berê ne be. 3yê Tebaxa 2014an dê bibe miladek nû ji bo daxwaz û destkeftîyên gelê kurd. Ji ber vî, ne di nav Desthilatdarîya Herêma Başûrê Kurdistanê de û ne jî di nav perçeyên din yê Kurdistanê de, sîyaset dê  wek berê nemeşe û dê bikeve nav nirxandinên girîng.

Gelê kurd bi tevayî ketîye nav tekoşînek bêhempa. Di warê leşkerî de, Peşmerge, di nav hewildanek “mayin û nemanê” de ne.  Sembolîk be jî, gerîllayên PKKê bi Pêşmergeyan re  di sengerekî de li dijî hêzên terorîstên DAIŞê şer dikin.  Ev hewildana, bi rastî kelecan dide her kurdekî xwedî vijdan û dilsoj. Gelê kurd, vê tevgerîyê û nêzîkayîyê bi vînek netewperwer  wek hêvîyek  sedsalî bi nav dike, û di nav kelecanek gewre de vê pêvajoyê bi erênî dinirxîn e.

Lê mixabin ev nêzîkayî û kelecana ku di nav gel de çêbûye, ji alî  partîyên sîyasî de çiqas bi samîmîyet tête meşandin?

Reqabeta wan a sîyasî û hedefê wan ê  stratejîk çiqas xizmetê ji vê daxwaza gel re dike?

Medya ku di dest van partî û rêxistinan de ye, weşan û bernameyên xwe li gor vê pêvajoya girîng û hessas de çiqas bi kartînin?

Bi rastî gava mirov vê pêvajoyê di medya kurdî de, bi taybetî medya ku di bin bandora PKKê de dişopîne dikeve nav metirsîyekê.

Sedema vê reqabeta sîyasî ya li ser medyayê ya ji hestîyarîya netewî û ji vîjdanî dûr çîye gelo?

Li Kurdistanê tu medyayek serbixwe ya gor rê û rêbazên medyaya modern ya cîhanê tevdigere nîn e. Kerametê medya ku bi dest û fînansmana partîyên sîyasî tête meşandin jî evqas e. Ji ber vî, bi rastî Medya Kurdî bi her amrazên ragihandinê ve – tv, rojname, kovar, malper…- di vê pêvajoya girîng û hesas de tu ezmûnek baş dernexistin holê. Her çiqas ragihandinên Herêma Başûr di vî warî de qels bû jî, kêmasî bi hesasîyetek netewî hereket kirin, û devdirêjî li ser  hinek partîyên ku di nav reqabetê de bûn nekirin. Lê mixabin medyaya di bin bandora PKK ê de, bi rastî di dayîna nûçeyan de, dîmen û şîroveyan de, -zimanê mirov qebûl nake ku mirov bêje- bi zimanekî qirêj, bi zimanekî cîyawazî, ji zimanê rexnegirîyê dûr, bi nîyetek ne dostane li ser nirxên netewî; bi taybetî, li ser Hêzên Pêşmerge, li ser Desthilatdarîya Herêma kurdistanê û li ser Serokê wê kirin. 

Her çiqas ev gotin û şîroveyên di medya ku di bin bandora PKK ê de ne nuh be jî,- bi ya min ev stratejîyek sîyasî û fikrî ye-  bi rastî di vê pêvajoyê de kesî ev qas zimanekî neyînî nedipa.  Wekî din,  hêz û berpirsên ku li Başûrê Kurdistanê di nav desthilatdarîyê de ne jî ji hev cûda kirin û xwastin YNK û Goranê, li dijî PDKê, sîyaseten bi karbînin. Ev jî taktîkek sîyasî bû, û ne tesadûfî bû(rasthatîyek).  Nîyet û gotinên PKKê û sazîyên ku li ser bibandorin, li ser Bûyera Şingalê - ku kêmasî û zeafîyeta Rêveberîya Herema Kurdistanê nayê înkarkirin û yên berpirsîyarin ji peywirê hatine girtin û dê bên cezakirin-  bi çi awayî devdirêjî anîne ser PDK û Pêşmergeyên Kurdistanê ji alîyê rayagiştî ve tê zanîn.

Gere her partî û tevgerên sîyasî yê kurd bêne rexnekirin.      

Em dikarin gelek polîtîkayên PDK û Desthilatdarîya Herêma Kurdistanê rexne bikin. Ev erkekî welatperwerî û rewşenbîrî ye. Lê gava mirov bi hestîyarîyek netewî vî karî bike, gere mirov di nav sînorê ehlaqî de û  bi zimanekî  hevrêz û dostane bike.

Êrîşa terorîstên DAIŞê di paşeroja gelê kurd de, dê gelek tiştî biguherîne. Wek mînak: Di vê pêvajoyê de dîyar bû ku, nav hêzên pêşmerge de, hîn wek artêşek leşkerî ya ji yek navendê tê qontrol kirin û rêvebirin nîn e. Wek bi navkirina hêzên PDKê û YNKê hîn ji holê ranebû ye. Ev rewşa ji vir şûn de dê ciddî bê şîrovekirin û bên berpirsan.

Sîyaseta ku bi “eşîretên sunî yên ereban” re heta nuha hatîye meşandin, di êrîşa Şingalê de derket holê ku, kurd bê stratejîya netewî, gere tu carî li ser mezheba hereket neke, û sitratejîya xwe ya sîyasî de, bi teqez Kurd û Kurdîstanî tevbigere.

Wekî din, pêwendîyên wan yên bi dewletên heremê re – naxwazim dirêj bikim- hêjayî gelek rexna ye û ev tiştekî xwezayî ye.

Em karin bibêjin ku raborîya tu hêz û partîyên kurda yên sîyasî, ne pir paqijin.  Gelek caran, prensîba(regez) reqabeta sîyasî û dostanîya polîtîk bi hev re nemeşandi nin. Di tekoşîna sîyasî û leşkerî de, dîroka Başûrê Kurdistanê jî, cî bi cî ev pirensîba binpêkirin e. Mixabin bi navê BİRAKUJÎYÊ  di dilê her  kurdekî de, birînek qaşikgirtî berdane.  Ev roj, bi her kêmasîya ve be jî, ezmûnekî wan ya demokratîk û bijartin he ye.  Parlemanek netewî û rêvebirîyek wan ya hevbeş he ye ku, her partî di vê koalîsyona netewî de cîh digrin.

Bi her kêmasîyê xwe ve jî, em dikarin bêjin ku, Desthilatdarîya  Başûrê Kurdistanê, ev roj ji alîyê dîplomasîya navdewletî de ji berî 3ê Tebaxa 2014an de bi hêztir e. Lewra, çekên leşkerî ya raste rast ji Rêvebirîya Herêma Kurdistanê re ya ji alîyen DYA, Fransa, İngîlîstan, îtalya, Avustustûralya, Almanya û Qanada ve şandin, ji alîyên dîplomasîya navdewletî de, bi fermî naskirina Rêveberîya Herêma Kurdistanê ye. Gere kurd vê serkeftinê pir watedar bi nav bikin, lewra merheleyek din, naskirina Kurdistanek Serbixwe ye.

Bêlê wê demê tirsa min çî ye?

Ez dixwazim bi kur û kurtî bibêjim. Tirsa min ewe ku PKK ji hinek deverên ku li Başûrê Kurdistanê ketinê, bi taybetî ji herema Şingalê dernekeve, wek hêzek Kurdistanî tevnegere û Desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê cîh bi cîh nasneke û bi taybetî bi PDKê re têkeve nav şerekî  leşkerî. Ez hêvî   dikim ku, ev tirsa  min pûç derkeve û hêvîya ku  di nav gel de ji bo yekîtîyê çêbû ye biserkeve.

Ev tirsa min, ji tespîtên  polîtîk û pratîka ku PKK ê ta nuha daye meşandin û ji bûyerên pêvajoya êrîşa terorîstên DAIŞê ya li ser Herêma Kurdistanê tê.

 Stratejîya Serxwebûna Kurdistanê kî bike qurbanîya ideolojî û berjewendîyê xwe yên hîzbî, dê li ber dîrorokê berpirsîyar bin.

Ger em tekoşîna 50- 60 salîya bizava kurd ya sîyasî  binirxînin, em ê di vê tekoşînê de, du xetên sereke yên sîyasî bibînin.

Xeta yekem; xeta netewî ya ji ezmûna Komara Mahabad ê vir de, ya bi navê PDKê, û di bin pêşengîya  Barzanîyan de, ji serê sedsala 20an heta îro hatîye meşandin e. Ev xeta, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê û heta 1980î li Rojava û li Rojhilatê Kurdistanê xeta sereke – ev roj bi atybetî li Rojavayê Kurdistanê ne wisa ye- ya bi bandor bû ye. Xeta netewî û Kurdîstanî,  di nav tekoşîn û sîstema  PDKan de, hatîye bicîbûyîn. Ev xeta, bi her kêmasîyê xwe ve jî, demokratîk û lîberal e. Ji alîyên dîplomasîyê de jî,  tim xwe di nav sîstema navnetewî de  îfade kirîye û xwe ji dîplomasîya dinê dûrnexistî ye.  Gor şert û mercên sîyasî, navdewletî û herêmî, ji  federasyonê hata dewletbûyînê xwedî perspektîvek netewî bû ye.

Ev xeta netewî, ev roj jî, ji alîyê dîpomasîya nav dewletî bi “Nêrxên Rojava û Dinya Medeni” re hereket dike û li Rojhilata Navîn, stratejîya dewletek serbixwe dimeşîne. 

Xeta duyem jî, bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê ji 1970î şûn de, li ser xeta  îdeolojîya çepîtîyê û li ser pêvajoya şerê sar hatîye avakirin, û ji 1980ê yî şûn de heta îro jî, bi destê  sîstema PKK- KCKê hatîye meşandin. 

Ji alîyê rayagiştî de êdî bi eşkere tê zanîn ku, ideolojî sistema PKK-KCKê avakirî, hîn di bin îdeolojîya şerê sar de ye, û di mesela netewî de,  “Sîstema Dewletên Rojava û DYAê,”  wek dijminên stratejîk dibînin û bi argumanên “dîplomasîya dinê” tevnagerin. Ji perspektîvek netew dewlet - bi navê, “demokratîk modernîte, Konfederalizma Rojhilata Navîn, netewa demokratîk, civaka ekolojîk, misak- milli, biratîya gelan, biratîya İslamî û vhd-  ” û hinek têgehên ku ji rastîya Kurdistanê û Rojhilata Navin dûr di nav xebatek sîyasî, civakî û dîplomatîk de ye.

* PKK roja ku derketîye hola sîyaseta Kurdistanê û ta ev roj, di warê sîyasî û leşkerî de, li dijî her tevgerên kurd bê toleras û bê tehammul bû ye û ji bo tasfîyekirina wan rê û rêbazên tund û tûjî daye meşandin. Di nav van tevgerana de PDK û YNK jî he ye.

* Sembol û nirxên dîrokî yên Kurdistanî naparêz e. Wek Ala Kurdistanê ya Netewî, wek Sirûda Ey Raqîp. ( tu carî di meş û çalekîyên xwe de Ala Kurdistanê ranakin û yên ku dixwazin rakin jî asteng dikin. Di roja 10.08.2014an de meşa ku ji bo şermezarkirina êrîşên terorîstên DAIŞ ya li Berlînê hatibû amadekirin de, sempatîzanên PKK Ala Kurdistanê ji destê jinek Kurd ya Êzidî kişand û nexwastin Alê hildejor.)

* Ji bo Kurdistanê gor hiqûqa navdewletî tu statuyekê naxwaze, bê ya civaka demokratîk.

* Sînor û desthilatdarîya dewletên dagirker nas dike, lê belê desthilatdarîya Herêma  Kurdistana Başûr  nasnake.

* Ji alîyê dîplomasîyê li dijî xeta DYAyê û Rojavayê ye û bi xeta ku serê wê Rusya û Îran dikşin de  ye.

* Cîhê ku têkevê li ser wir desthilatdarîya xwe îlan dike û tu carî bi hêzekî sîyasî û leşkerî re naxwaze parve bike. ( Nuha  li ser çîyayê Şingalê amadekarîyên wan bi serê xwe ye, û bi navê Hêzên Parastina Şingalê hinek xelkê Şingalê bi çek dikin. Piştî belavbûna îdîayekê ku hêzên PKK bûne asteng li pêşiya azadkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîkayê ve)

* PKK û YPG xebata partîyên sîyasî yên Kurdistana Rojava qedexe dike, naxwaze tu hêzekî leşkerî li wir li dijî DAIŞ û rejîma Esad şer bike.( 13ê Tebaxa 2014an de, Asayişa Bajarê Qamişlo, ya bi ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rêgirî li çalakiyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li taxa Xerîbî  kir, ji bo piştgiriya Pêşmerge û Başûrê Kurrdistanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de.)

Hîngî berî êrîşa li ser Mûsilê ya bi destê terorîstên DAIŞ,  di nav “pêvajoya çereserîyê” de dahate  îdîakirin (angaşt) ku; dê  PKK hêzên xwe ji Qandîlê vekşîn e û  li Çîyayê Şingalê bi cîh bibe. Ev rûdan û pêşveçunên ev roj mirov dike nav hinek şik û gumanan.

Wek min li jor dîyarkiribû, ez hêvîdarim ku ev tirsa min pûç û vala derkeve. Yekîtîya Netewa Kurd, bi her layên sîyasî û leşkerî ve li ser hestên netewî û bi dilekî paqij pêkwere.

Dîsa hêvidarim ku partî û hêzên sîyasî di nav cepheyek netewî de ji bo Kurdistana Serbixwe tev bigerin.

Û dîsa dîsa hêvîdarim ku, wek dîmenê Serok Barzanî bi gerîlayên PKK ê re dabû, hevkarî, biratî û yekîtî bila her daîm be, û dilê gelê kurd xweş, dilê dijminê kurdan jî reş bibe.