Li Stenbolê Yekem muzexaneya bafirokê

Yekem muzexaneya bafirokê ya Tirkiyê, her demsala biharê cihê geşt û gerê ye bo zarokan. Zarokên diçin muzexaneyê hem fêrî çêkirina bafirokê dibînin hem jî bi hezaran bafirokên ku ji welatên derva hatine şandin dibînin.

 

K24 – Stenbol

Yekem muzexaneya bafirokê ya Tirkiyê, her demsala biharê cihê geşt û gerê ye bo zarokan. Zarokên diçin muzexaneyê hem fêrî çêkirina bafirokê dibînin hem jî bi hezaran bafirokên ku ji welatên derva hatine şandin dibînin.

Muzexaneya bafirokê ya ku yekem car li Tirkiyê li bajarê Stenbolê hatiye vekirin bi hatina biharê eleqeyeke mezin dibîne. Di muzexaneyê de 2 hezar û 500 bafirokên ku ji 28 welatên cuda hatine berhevkirin cîh digirin.

Ji mezinan pirtir zarokan bi kêf û bi kelecan berê xwe didin muzexaneyê û li vir fêrî çêkirina bafirokê jî dibin.

Zarokekê got: “Me li vir bafirok çêkirin. Me pêşî kaxizan jê kir paşê jî bi daran vekir. Niha bafiroka min amade ye. Gelekî bi kêf bû.”

Zarokekî din jî got: “Min pêşî kaxiz ji cîhê nîşankirî jê kir. Paşê bi alikariya mamosteyê xwe me pê zeliqand û min bafiroka xwe amade kir. Ezê paşê jî bifirînim.”

Zarokeke din jî dibêje: “Çêkirina bafirokan gelekî bi kêf e. Ez gelekî bi kelecan im ji bo ku ezê bafiroka xwe bifirînim.”

Mamosteyê bafirokê Mehmet Nacî Akozê ku di sala 2005'an de ev muzexane ava kiriye dest nîşan kir muzexaneya bafirokê xeyala wî ya zaroktiyê bû.

Mamosteyê bafirokan Mehmet Nacî Akoz ji K24ê re got: “Li cîhanê 18 muzaxaneya bafirokê heye û yek ji wan muzaxaneyê jî ya me ye ku li Tirkiyê yekem e. Ez 59 salî me û dema zaroktiya me zarok bi lîstikên kolanan mezin bûn. Bi ya min pêlîstoka herî taybet bafirok bû. Armanca me ewe ku kesên ku tên vir dilê wan xweş bibe û kêfê bikin. Her wiha em dixwazin bafirokan bi zarokên vî demî bidin nasîn.”

Hoste Akozê ku pelistoka xwe ya zarokatiyê bi dil û can fêrî zarokan dike amaje kir wî heta niha 4 mihrîcanên navneteweyî li dar xistiye û di meha bê ya Gulanê de jî 5emîn  festîvala bafirokê wê li dar bixe.