Amerîka hêzeke şerker dişîne Iraq û Herêma Kurdistanê

Ew hêza Amerîkî li çend navçeyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi cih bide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) hêzeke şerker bişîne Iraqê û wê hêzê li çend navçeyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi cih bike.

Kurdistan24 ji çavkaniyeke Pentagonê zanî, artêşa Amerîka biryar daye Firqeya Stryker ku ji 1800 leşker pêk tê bişîne Iraqê li cihê Firqeya 256 Peyade bi cih bike.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, hêza şerker a Stryker li baregehên leşkerî yên Amerîka li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û baregeha asmanî ya Eyn Esed bi cih dibe.

Ev di demekê de ye, êrîşên grûpên çekdar û mîlîşyayên Iraqê li ser baregehên Amerîka zêde bûne û piraniya wan êrîşan bi riy drone û mûşekan tên kirin.