3 kes di êrîşeke Îsraîlî de hatin kuştin
3 çekdarên Sûriyê di êrîşeke Îsraîlî de li başûrê Quneyterê de hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan
3 çekdarên Sûriyê di êrîşeke Îsraîlî de li başûrê Quneyterê ya li nêzîkî sînorê Îsraîlê de hatin kuştin.
Ajansa “AFP” belav kir, Îsraîlê navedeke “Hêzên Beraveniya Niştimanî” a ser bi rêjîma Sûriyê li ser leşkergeha Kaniya Fewar li başûrê Quneyterê bombebaran kir, di encamê de 3 leşker hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî a Mafên Mirovan jî ragihand, di encama êrîşeke Îsraîlê li başûrê Quneyterê de 3 çekdarên Berevaniya Niştimanî hatin kuştin, lê nehat zanîn ew êrîşeke ji encama bombebaraneke esmanî bû, yan topbaraneke topxaneyê bû.
Hêzên Berevaniya Niştimanî di sala 2012an de hatiye damezrandin, hejmara wan dora 90 hezar çekdar e û ser bi rêjîma Sûriyê ve ye.
Ji sala 2013an ve Îsraîlê zêncîreyeke ji êrîşan li dijî aramcên Sûrî û Hizbulaha Libnanî encam dide. Herî dawî êrîşa Îsraîlê li ser Sûriyê di 17 Adarê de bû.