Li Diyarbekirê pêşangeha jinên bermalî hat lidarxistin

Jinên bermalî yên Diyarbekirê, piştî kursa 9 mehan, wêneyên ku çêkirine, bi pêşangeheke mezin pêşkêşî xelkê kir. Jinên ku ji bo derbasbûna demên vala serî li çêkirina wêneyan dabûn; bi tabloyên ku çêkirine bal kişandin. Jinên bermalî, bang li jinên Diyarbekirê kir ku ew jî serî li çalakiyên hunerî bidin da ku tevkariyê li çanda bajêr bikin.

 

K24 – Diyarbekir

Jinên bermalî yên Diyarbekirê, piştî kursa 9 mehan, wêneyên ku çêkirine, bi pêşangeheke mezin pêşşî xelkê kir. Jinên ku ji bo derbasbûna demên vala serî li çêkirina wêneyan dabûn; bi tabloyên ku çêkirine bal kişandin. Jinên bermalî, bang li jinên Diyarbekirê kir ku ew jî serî li çalakiyên hunerî bidin da ku tevkariyê li çanda bajêr bikin.

Ev wêneyên ku bi reng û teşeyên xwe pêşkêşî wênehezan tên kirin, hemû ji destên jinên bermalî hatine amadekirin. Van jinên bermalî, tevî ku di jiyana xwe de pêwendiya xwe bi xêzkariyê tunebûye, bi kelecana hunerê berhemên ji hev rengîntir afirandine. Yek ji jinên kursiyer Hamîde Yalçin, bang li jinên bermalî dike ku ew jî bi çalakiyên hunerî bilî bibin bi berhemên xwe tevkariyê li debara malên xwe bikin.

Kursiyer Hamîde Yalçin ji K24ê re got: “Hezkirina min a wênexêziyê hebû lê pêwendiya min pê tunebû. Min dest bi vê kursê kir, bi alîkariya mamosteyê xwe ez bi pêş ketim û ez bawer dikim ku me hemûyan jî wêneyên xweş çêkirine. Dema ku mirov bi hezkirin ber bi karekî ve biçe, mirov bi ser dikeve.”

Di pêvajoya hînbûna van tabloyan de mamosteyê kursê yek bi yek bi kursiyerên bermalî re eleqe dibû. Bermaliyên li atolyeyê jî bi derbên firçeyan hewil didan ku amadekariya pêşangeha berhemên xwe bikin. Mamosteyê kursa wênexêziyê Mehmet Tekîn dibêje; huner bi destên jinan zêdetir hûr tê nirxandin û di encamê de xebatên giranbuha derdikevin.

Mamosteyê Wênexêziyê Mehmet Tekîn jî wiha ji K24ê re axivî: “Pêvajoyeke nêzîkî 9 mehan ji bo hînkirina bermaliyan hatibû veqetandin. Me di nav hefteyekê de 3 roj alîkariya wan dikir. Di dawiya vê pêvajoyê de kursiyerên bermalî bi ser ketin û niha jî berhemên xwe bi serfirazî pêşkêşî wênehezan dikin.”

Di pêşangeha wêneyan de gelek teşe hatine xêzkirin. Hinek jinan kulîlkên rengîn xêz kirine, hinekan berê xwe dane kevneşopiyan û dîmenên ji nav jiyanê bi kar anîne. Van taployên ku bi keda jinan afirîne, bi buhayên xwe jî di navbera 500 lîre 2 hezar lîreyan de diguherin.