Barzanî û Nuceyfî metirsiyên nemana tewafiq û hevbeşiyê li Iraqê guftûgo dikin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Emîndarê Giştî yê Partiya “Lil Iraq Mutehedun” Usame Nuceyfî derbarê derbarê nemana tewafiq û hevbeşiyê di pêşeroja Iraqê de guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Emîndarê Giştî yê Partiya “Lil Iraq Mutehedun” Usame Nuceyfî derbarê derbarê nemana tewafiq û hevbeşiyê di pêşeroja Iraqê de guftûgo kirin.
Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, ”Roja duşem 05.06.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Partiya Lil Iraq Mutehedun kir ku ji Usame Nuceyfî Emîndarê Partiyê û Cîgirê Serok Komarê Iraqê û hejmarek ji endamên mekteba siyasî ya Partiya Lil Iraq Mutehedun pêkhatibû.
Di hevdîtinê de ku bi amadebûna Fazil Mîranî Sekreter û Dr Roj Nurî Şawês û Azad Berwarî Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê birêveçû, di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û şerê dijî terorîstan li Musil û qonaxa piştî Da'îş de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her di vê civînê de ronahî xistin li ser paşaroja siyasî ya Iraqê û hilbijartinan û metirsiya nemana tewafuq û şeraketê û her wiha ew gefên ku li qonaxa paşarojê da rûbirûyê Iraq û navçeyê dibin.
Li beşekî din ê civînê de her du alî li ser hemahengî û peywendî û şêwirîna berdewam li ser pêşhatên siyasiyan bi hevrebûn.”