Trump jî li dij Qeterê derket
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê Donald Trump ji Twittera xwe ragihand: “Di seredana min a dawî ji bo Rojhilata Navîn de, min diyarkir ku piştgiriya aborî/maddi ji terorizmê re metirsiyek mezin e. Rêberan jî Qeter nîşan kirin. Binerin!”
K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî rawestandina pêwendiyan ji alî heft welatên Erebî, bi taybet ên Kendavê û Misrê ve hemberî Qeterê, helwêsta Amerîka jî di pirsgîrekê de diyar dibe.
Serokê Amerikayê bi rêya twitterê, piştî krîzê bi awayek zelal hesta xwe anî ziman û piştgiriya Siûdî û welatên din ên ku pêwendiya xwe li gel Qeterê qutkirin, kir.