Qeter dorpêçê wekî “şerê bêxwîn” binav dike

Wezîrê berevanî yê Qeterê dorpêçên çendîn welatên Erebî li ser welatê xwe, wekî “şerek bêxwîn” binavkir û rexneyên tund li wan welatan kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê berevanî yê Qeterê dorpêçên çendîn welatên Erebî li ser welatê xwe, wekî “şerek bêxwîn” binavkir û rexneyên tund li wan welatan kir.

Wezîrê berevanî yê Qeterê Halid Bin Muhammed el-Atiyye jib o rojnameya El-Erebî el-Cedid diyarkir ku, Qeter di bin dorpêçek giran de ye. Zerarê digihînin hevwelatiyên me, rêyên me yên deryayî, hewayî û bêjayî girtin e. Wateya vê çi ye? Ev Şerek bêxwîn e.

Halid Bin Muhammed el-Atiyye, pesnê Tirkiye da û destnîşankir ku, pêwendiyên dualî yên serbazî yên her du welatan dê dom bikin.