Helbestvanê Kobanî: 25'ê Îlonê wekî Newrozê ye
Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê, di nav helbestvanên Kurd de jî kelecanê derxistiye holê. Helbestvanê ji Kobanê Şivanê Xeyalan ku niha li Diyarbekirê dijî, dibêje; 25'ê Îlonê dê di helbesta Kurd de wekî Newrozê cihê xwe bigire.
K24 – Diyarbekir
Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê, di nav helbestvanên Kurd de jî kelecanê derxistiye holê. Helbestvanê ji Kobanê Şivanê Xeyalan ku niha li Diyarbekirê dijî, dibêje; 25'ê Îlonê dê di helbesta Kurd de wekî Newrozê cihê xwe bigire.
Bêdewletî û penaberî; ev herdu rewş jî gelek caran bûne sedema nivîsîna helbestan. Ev herdu rewş di jiyana Helbestvan Şivanê Xeyalan de gihîştine hev û din. Şivanê Xeyalan, ji ber şer û pevçûnan neçar maye ku ji bajarê xwe Kobanê derbikeve û di welatê xwe de bibe penaber. Şivanê Xeyalan dibêje; 25'ê Îlonê dermanek ji bo êşa penaberiya Kurdan e jî.
Helbestvan Şivanê Xeyalan ji K24ê re wiha axivî: "Gelek kes dikarin ji bo vê rojê xwe bnikin qurbanî, min jî her dem gotiye ez dikarim xwe bikim qurbanî. Ez bawerim eger niha Cegerxwîn û Ehmedê Xanê li wirbana dê hest û hibir bibana yek û dê ji ezmanan hest û hibir bibariya."
Şivanê Xeyalan di wê baweriyê de ye ku gava Ragihandina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, dê bibe wesîleya avdana zeviya helbesta Kurdî û ev roja dîrokî dê bi xwe re helbestvanên nû jî derxe holê.
Şivanê Xeyalan dibêje: "Dê roja 25'ê Îlona bibe sedema derketina gelek helbestvanên nû jî. Me gelek caran ji ber sedemên siyasî û astengiyan navê Kurdistanê bi remzan bi kar dianî, lê niha em ê êdî aşkere binivîsin."
Şivanê Xeyalan dibêje; roja hawarçûna pêşmergeyên Kurdistanê ji bo Kobanê û roja 25'ê Îlonê, wekî rojên herî watedar her dem dê di jiyana wî de cihê xwe bigirin.