Opozesyona Sûriyê: Pêwîst e Reqa radestî me bê kirin
K24 – Stenbol
Opozîsyona Sûriyê li Stenbolê derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyê de civîneke çapemeniyê lidar xist. Berpirsên opozîsyonê daxwaz dikin ku Raqa piştî rizgarkirinê radestî opozîsyonê were kirin.
Berpirsên opozîsyona Sûriyê li nivisîngeha xwe ya li Stenbolê rûdanên dawî yên li Sûriyê bi civîneke çapemeniyê nirxand. Di civînê de behsa şerê li dijî DAIŞê ya li Raqqayê, guftûgoyên li Astana, Cinêv û çawaniya birêvebirina hin deverên ku hêj dahatûya wan nediyar in hatin kirin.
Endamê Desteya Siyasî ya Opozîsyonê Hadî El behra ji K24ê re wiha axivî: “Piştî azadkirina Raqayê pêwîst e niştecîhên Raqayê vegerin malên xwe. Dûv re li ser emniyeta bajêr biryarekê bê dayîn. Lazim e piştî bidawîbûna şer çekdar û milisan Raqa bi cih bihêlîn. Em qebûl nakin ku birêvebirina Raqqayê ji aliyê milîsan ve bê kirin. Lazim e Raqqa radestî hêzên opozîsyonê û xelkê wir bê kirin.”
Dema operasyonan de kuştina sivîlan jî wek mijareke sereke di civînê de hat behskirin. Opozîsyona Sûriyê ragihand ku sivilên ku di şer de dibin qûrban ew dilgiran dikin.
Serokê Ofîsa Raghandinê di Hevbendiyê de Ehmed Remedan ji K24ê re got: “Di şerê Raqqayê de gelek sivîl bûn qûrbanî gelek kes hatin zindankirin. Ev dilê me pir êşand. Em dixwazin giyanê xelkê sivîl bê parastin. Hêzên milîsê dibin sedema bûyerên wiha em li dijî vê kiryarê ne lazim e hêzên navdewletî bo îradeya Raqqayê piştgiriyê bide hêzên opozîsyonê.”
Destêwerdana Hizbullah di Qelemonq Rojhilat de û koçberkirina xelkên deverê ji aliyê opozîsyonê ve bi tundî hat şermezarkirin. Her wiha rexne li dorpêçkirina Kampên Ersalê û hewlên koçberkirina penaberên Sûrî û neçarkirina wan ji bo vegerin hembêza Rêjîmê û Hizbullah jî hat kirin.