Çêroka kevintirîn otêla Helebê

 

K24 – Navenda Nûçeya

Otêla Baron li bajarê Helebê, yek ji kevintirîn otêlên Sûriyê ye, ku temenê wê zêdetirî sed salan e, ligel bîranînên xwe di bin top û guleyan de maye.

Kevintirîn otêlên Sûrî dîmenên şer û wêraniyê li ser diyar in. Deriyên xwe ji 5 salan ve girtî ne, ku topên Hawinê lê ketin û parçeyek jê herfiye.

Xwediya Otêla Baron Robîna dibêje: “5 caran topên Hawinê li me ketin, du caran dema hevjînê min hîn sax bû li belkonê ketin û sê caran di Remezana sala 2016an de. Ez gelek xemgîn im ku tiştek wek berê venagere.”

Girîngiya otêla Baronê, ji mevanên ku demekê tê de mabûn tê, Şah Feysel gotara serxwebûnê ya piştî Şoreşa Erebî ji odeya 215 ve da. Serokê Komara Yekgirtî ya Misr û Sûriyê Cemal Abdulnasêr yek ji mêvanên otêlê bû. Loransê Ereban gelek bîrhat û wêne tê de hiştine. Serokomarê Frensî yê berê Charles De Gaulle gotara xwe ji navenda wê otêla da. Mustefa Kemal Ataturk û şahê Îranê jî mêvanên Baron bûn.

Ne tenê kesayetiyên siyasî, lê bîranînên nivîskar jî lê hene, romanivîsa navdar Agatha Kristie ligel hevjîvê xwe yê şûnwarnas, beşek ji romana xwe di wir de nivîsîbû.