HSDê dest danî ser beşê başûr yê Reqayê

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) taxa Nezlit Şihade li başûrê Reqayê kontrol kir. Hêzên HSDê yên ji her du aliyên rojava û rojhilat ve êrîş dikin li beşê başûrê Reqayê gihêştin hev.

Rewangeha Sûr a Mafên Mirovan ragihand, HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî karî taxa Nezlit Şeihade bi temamî ji destê DAIŞê kontrol bike.

Li gor Rewangehê, HSDê kariye dest dane li ser mezargeha Emar Bin Yasir û mizgefta Ewîs El-Qernî yên li nêzîkî Bab Bexdad li Reqaya Kevin û şerê wan niha li wê deverê berdewam e.

Rewangehê aşkere kir jî, Hêzên HSDê yên ji her du aliyên rojava û rojhilat ve êrîş dikin, li beşê başûrê Reqayê gihêştin hev, ku bi vê yekê HSDê karî beşê başûr bi temamî kontrol bike û navenda bajêr ve nêzîk bike.

Şeva borî HSDê karîbû navçeya Emin Siyasî (Ewlehiya Siyasî) li taxa Hişam Ebdilmelik jî kontrol bike.

 

Fly Erbil Advertisment