Tillerson: Pêwîst e hêzên Îranî ji Sûriyê derkevin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand, pêwîst e hêzên Îranî, artêşa Pasdaran û grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve ji xaka Sûriyê derkevin û vegerin welatên xwe.

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson di konferanseke rojnamevanî de derbarê siyasetên Amerîka di pirsa Sûriyê de ragihand, Amerîka li ser siyaseta xwe berdewam e ku ti roleke Serokê Sûriyê Beşar Esed di pêşeroja Sûriyê de tune ye.

Tillerson dibêje, çalakiyên rasterast ên artêşa Pasdarên Îranê û wan grûpên li Sûriyê yên ku Îranê piştevaniya wan dike, sedema ne aramiya wî welatî ne û berdewamiya krîza li navçê ye.

Wezîrê Derve yê Amerîka daxwaza ji artêşa Pasdaran û grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve kir, ku ji xaka Sûriyê bider kevin û vegerin welatên xwe.