Welatiyên Tirkiyê Amerîka wekî gef dibînin

Enstîtuya Lêkolînê ya bi navê PEW ku navenda wê li Amerîkayê ye rapîrsînek çêkir û vekolandin ku hemwelatî ji xwe re çi wekî gefê dibînin.

K24 –  Enqere

Enstîtuya Lêkolînê ya bi navê PEW ku navenda wê li Amerîkayê ye rapîrsînek çêkir û vekolandin ku hemwelatî ji xwe re çi wekî gefê dibînin. Li gor raportê gelek welatiyan DAÎŞ û germbûna kureyî, lê belê welatiyên Tirkiyê jî politîkayên Amerîkayê ji xwe re wekî gefê dibînin. Pisporê ewlehiyê jî raber dike, Amerîka hevgirtiyê ye, lê belê bi piştgiriya ku li Sûriyê dide YPG û PYD dibe sedem ku welatî Amerîkayê wekî gefê ji xwe re bibînin.

Enstîtuya Lêkolînê PEW ya ku navenda wê li Washingtona Amerîkayê ye li 38 welatan û bi 42 hezar kesan re rapirsînek çêkir û vekoland ku welatî çi ji xwe re wekî gef dibînin. Di raportê de di serî de Amerîka û Ewropa, şêniyên 18 welatan li hember xwe gefa herî mezin DAÎŞ û germbûna kureyî dibînin. Li gor heman raportê ji sedî 72 welatiyên Tirkiyê jî, politîkayên Amerîkayê ji bo xwe wek gef dibînin.

Tirkiye di sala 1952an de bû endamê NATOyê û ji wê demê vir de hevgirtiyê wê yê herî mezin Amerîka bu. Li gor heman Navenda Enstîtuya Lêkolînê di sala 2013an de welatiyên Tirkiyê ji sedî 44 Amerîka wek gef didîtin lê belê piştî şerê Suriyê ev rêje buye ji sedî 72. Pispor jî radigihînin ku penaberên li Tirkiyê û şerê Suriyê, sedemin ku welatiyên Tirkiyê Amerîkayê bo xwe wek gefekê bibînin.

Welatî Fehmî Oruç dibêje: "Ez ji bo xwe gefa herî mezin Amerîkayê dibînim. Çimkî li ser Tirkiyê politîkayên wê hene û ez tu dewletên din nabînim ku gefan li hemberî Tirkiyê bixwe."

Welatî Mehmet Çavuşoglu jî wiha anî ziman: "Amerîka li Suriyê piştgiriyê dide YPG'ê û piştî vê yekê jî Tirkiye nema dikarîbû li YPGê bixe. Ev hemû gef in ji bo me û welatê me."

Welatî Koksal Yildiz jî got: "Li gor min sermayeya kureyî hêza xwe bi awayekî terorî li ser mirovan dide mêşandin. Divê ew çerxa aboriyê her bizivrê ku planên dewletên mezin bimeşin.

Tirkiye di sala 1952an de bû endamê NATOyê û ji wê demê vir de hevgirtiyê wê yê herî mezin Amerîka bu. Li gor heman Navenda Enstîtuya Lêkolînê di sala 2013an de welatiyên Tirkiyê ji sedî 44 Amerîka wek gef didîtin lê belê piştî şerê Suriyê ev rêje buye ji sedî 72. Pispor jî radigihînin ku penaberên li Tirkiyê û şerê Suriyê, sedemin ku welatiyên Tirkiyê Amerîkayê bo xwe wek gefekê bibînin.

Pisporê Ewlehiyê Bîlgehan Ozturk ji K24ê re got: "Di qeyrana Suriyê de peymaneke Tirkiye û Amerîka hebû ku ew li dij Esad bûn. Piştî Esad çû dê hikumet bi hilbijartinan hatiba ser kar. Lê belê Obama di vê politikayê de Tirkiye bi tenê hişt û DAÎŞ gefa herî mezin nîşan da. Dirêjbûna şerê Suriyê, bargiraniya aborî, civakî û polîtîkaya Obama, ya guherbar. Ji ber van sedeman jî asayî ye ku welatî politîkayên Amerîkayê ji xwe re wekî gef bibînin."

Herwiha ji sedî 56 welatiyên Yewnenîstanê û ji sedî 88 welatiyên Venezuelleyê ji rewşa cihanê ya aborî bi fikarin. Ligel vê yekê li Almanyayê rêjeya welatiyên ku koça pênaberan wekî kêşeya herî mezin dibînin jî ji sedî 28 e.