Serok Barzanî: Ti hêviyek nema ku karibin hevbeşiyeke rastî ava bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li Balyozê Brazîlyayê li Iraqê Miguel de Magalhaes de, ji bilî bihêzkirina pêwendiyan, sedemên biryara birêvebirina referandûmê jî ronî kirin.

Di hevdîtinê de Barzanî behsa biryara gelê Kurdistanê ya birêvebirina referamdûma 25ê Îlona îsal kir û ragihand, hewlên gelê Kurdistanê bo avakirina Iraqeke demokratîk û pêşketî xistin rû û ew jî ronî kir ku, ku piştre ti hêviyek nema ku karibin hevbeşiya rasteqîna encam bidin, ji ber  zalbûna ferhenga xwesepandin û înkarê.

Barzanî diyar kir jî, gelê me wek hevbeşê rasteqîne nehat qebûlkirin, gelê me biryar da di referandûmê de biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û bo wê armancê jî ligel Bexdayê li ser hemû babetan guftûgo dikin û dixwazin wek du cîranên baş hemû babetan bi diyalogê çareser bikin.

Serok Barzanî, ji bilî bixêrhatina li Balyozê Brazîlyayê, amaje bi ferhenga pêkvejiyan û hevqebûlkirinê ya gelê Kurdistanê da û ragihand, ew buhayeke berz û ferhenga me ye û şanaziyê pê dikin. Serok Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê jî bo bihêzkirina pêwendiyên ligel Brazîlyayê jî nîşan da.

Di hevdîtinê de, Balyozê Brazîlyayê li Iraqê xweşhaliya xwe bi serdana Kurdistanê û hevdîtina ligel Serok Barzanî derbirî û sersamiya xwe bi asayiş û pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Kurdistanê nîşan da û ragihand, bi navê xwe û hikûmeta welatê xwe sersamiya xwe bi wê asta bilind a pêkvejiyan, aştî û hevkariya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de derdibirim û spasiya hikûmet û serkirdayetiya cenbê we dikim.

Di beşeke din ya hevdîtinê de, Balyozê Brazîlyayê ragihand, heger çi di warê cugrafî de Brazîl ji Kurdistanê dûr e, lê di gelek buhayên berz de hevbeş in, wek pêkvejiyana pêkhateyan û rêzgiritina li wê pêkvejiyanê û îrada ma ya bo azadî û serxwebûnê.

Balyozê Brazîlyayê amadehiya welatê xwe nîşan da, ku pêwendiyên ligel Kurdistanê di her astekê de berve pêş bibe û her hevkariyê jî bo gelê Kurdistanê pêwîst be kêmasiyê nakin.