Li Tirkiyeyê bajarê Çanakkaleyê 51 penaber hatin girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Ewlekariya Deryayî li bajarê Çanakkaleyê navçeya Ayvacikê li dijî penaberên ko dixwestin bi rêyên neyasayî derbasî Yunanîstanê bibin operasyon pêk anîn û 51 penaberan girtin. Hat zanîn piraniya penaberan welatiyên Suriyeyê ne û dixwestin biçin Ewropayê. Hêzên Ewlekariyê penaberan şandin navenda vegerandina penaberan.

Di rojên dawî de sedan penabarên ko dixwestin derbasî Ewropayê bibin li bajarê Çanakkaleyê di encama operasyona hêzên ewlekariyê de hatin girtin.