Medya Tirk: “Li Tirkiye Erebî bûye zimanê duyem”

K24 – Navenda Nûçeyan

Medya Tirk gazinan dike ku, di jiyana de li Tirkiye erebî bûye zimanê duyemîn. Li lewhayên fermî, ji derveyî zimanê tirkî, zimanê erebî jî tê bikar anîn.

Ligor medya Tirk, gelek kes ji vê rastiya li Tirkiye dilgiran in. Dibêjin: “erebî kete nav jiyana me, liser dikanan, liser restorantan, cîhên geştyarî, li her derî zimanê erebî tê bikaranîn. Ev çi ye? Ma em welatek Ereb in?”

Li gor heman medyayê, Ereb bi xwe ji vê rastiya li Tirkiye kêfxweş in.